Vîrûsa Ebola çi ye?
Pisporan destnîşan kir ku rêjeya mirinê ya vîrûsa Ebola, ku li parzemîna Afrîkayê yek ji herî gefên giran ên li ser tenduristiya giştî ye, pir bilind e.
Vîrûsa Ebola ya ku cara pêşîn di sala 1976an de derket holê, li Sûdan û Komara Demokratîk a Kongoyê hat dîtin. Ji ber ku bûyerên (vaka) li Kongoyê li nêzîkî Çemê Ebola derketin holê, ev nav li nexweşiyê hate kirin.
Vîrûsa Ebola, di nav nexweşiyên kujer ên ku bi taya bilind û xwînderbûnê dimeşin de cih digire. Vîrûsa Ebola li herêmên cihê yên Afrîkayê bû sedema gelek belavbûnên mezin. Nexasim belavbûna ku di navbera salên 2014-2017an de li Rojavaya Afrîkayê çêbû, wekî yek ji qeyranên herî mezin ên Ebola yên dîrokê derbasî tomaran bû.
Li Gîne, Lîberya û Sierra Leone weke 30 hezar kesî vîrûs girt, û zêdetirî 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Di belavbûna ku di sala 2018an de li Komara Demokratîk a Kongoyê dest pê kir de jî 3 hezar û 406 bûyer û 2 hezar û 243 mirin hatin tomarkirin. Dema kuluçkayê ya vîrûsa Ebola dikare di navbera 2 heta 21 rojan de biguhere.
Di nav nîşanên vîrûsa Ebola de; taya bilind, êşa giran a serî, êşên masûlke û movikan, bêhêzî, verşîn û rêvîçûn (ishal), êşa zik, bêîştahî û di bûyerên pêşketî de xwênberbûna navxweyî û zirarên giran ên endaman cih digirin.
Hîn dermanekî mîsoger ê vîrûsa Ebola nehatiye dîtin. Di pêvajoya dermankirinê de hîn bêtir sepanên piştgiriyê derdikevin pêş. Di nexweşan de rêgirtina li ber windabûna şileman, piştgiriya xwênê, dermankirina plazmayê û di dema pêdiviyê de sepanên diyalîzê dikarin werin kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.