Wali Aksoy di girtîgeha ku mehkûm jê revîne de tehqîqat dike
Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy di Girtîgeha Diyarbekirê ya ku mehkûm jê revîne de tehqîqat dike.
Piştî agahiya firar kirinê ya 6 mehkûman a li Girtîgeha Diyarbekirê Walî Aksoy çû girtîgehê û li wir tehqîqat kir.
Nêzê 2 saetan Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy û Serdozgerê Komarê Ramazan Solmaz di Girtîgeha Diyarbekirê ya ku 6 mehkûmên PKKyî ji wir firar kiribûn de tehqîqat kirin.
Hêj jî di derbarê firarê de daxuyaniyekî fermî nehatiye dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.