Walî Aksoy: Qedexeya derketina derve wê sibe bê rakirin
DİYARBEKİR - Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy di daxuyaniya çapemeniyê ya ku li dar xist de diyar kir qedexeya derketina derve ya ku li Baglarê berdewam dike ew ê sibe bê rakirin.
Ji teref Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy ve hat ragihandin qedexeya derketina derve ya ku li Taxa Kaynartepeya Baglarê di 15ê Adarê hatibû îlankirin ew ê sibe ji seat 06.00an pê ve bê rakirin.
Walî Aksoy di dawiya daxuyaniyê de ji xelkê Diyarbekirê re ji ber hesasiyetên wan ji wan re teşekkur kir û di derbarê muhîmatên ku di operasyonan de hatine girtin de agahî parve kir.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.