Walîtîya Dîyarbekirê: Di qezaya Licê de 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
Ji teref Walîtîya Dîyarbekirê ve derheqê qezaya ku li ser rêya Liceyê qewimî de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de Walîtî diyar kir ku 5 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 11 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîyê qeza îro di saet 09.00an de li mezrika Heylo ya gundê Qerehesenê pêk hat.
Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin û mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Walîtî, ragihand ku 2 kes li cîhê bûyerê 3 kes jî li nexweşxaneya ku hatin rakirin canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku tedawîya birîndaran ku 11 kes in û ji wan 3 kes rewşa wan giran in, li nexweşxaneyê berdewam dikin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.