Walîtîya Diyarbekirê: Pêşîya bi jehrêketina 108 hezar û 835 kesan a ji tiryakê hat girtin
Ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hat ragihandin di operasyona ku li çoltera Licê hat lidarxistin de tev de 435 kîlo esrar hatiye bidestxistin û bi vî awayî pêşîya bi jehrêketina 108 hezar û 835 kesan a ji tiryakê hat girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di encama operasyonên ku li gund û gundikên girêdayê Licê, Henê û Karazê hatin kirin de tev de 435 kîlo esrar hat bidesxistin û bi vî awayî pêşîya bi jehrêketina 108 hezar û 835 kesan a ji tiryakê hat girtin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin 13 kozik û stargeh hatin berterafkirin û 200 kîlogram amonyum nîtrat, 4 tûp û gelek amûrên jiyanê hatine bidestxistin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.