Walîtiya Mêrdînê di derbarê êrîşa Qoserê de daxuyanî da

Walîtiya Mêrdînê di derbarê êrîşa Qoserê de daxuyanî da

MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê di derbarê pevçûna ku li Qoserê qewimî û di envama pevçûnê de 4 PKKyî wek mirî û 2yê wê jî sax hatin girtin de daxuyanî da.

Walîtiya Mêrdînê di derbarê pevçûna ku doh li Qoserê qewimî û di envama pevçûnê de 4 PKKyî wek mirî û 2yê wê jî sax hatin girtin de daxuyanî da.  Her wiha hat diyarkirin ku 4 narincok, tifingên nêçîrê, mihîmat û dokumanên rêxistinê hatine bidestxistin.

Mijar di daxuyaniyê de wiha hat belavkirin: “Li ênavçeya Qosera Mêrdînê di encama xebatên îstîxbaratî de di 10 Tîrmeha 2016an de roja yekşemê ji bo ku endamên rêxistina terorê werin girtin operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de 4 endamên rêxistinê wek mirî û 2yên wî jî sax hatin bidestxistin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyonê de 3yê wî teqandî bi tevahî 4 narincok, dabancekî, 3 tifingên nêçîrê yên bê ruhset, êlekek êrîşê, gelek mihîmat û dokuman hatine bidestxistin.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Di operasyonê de 6 polêsên me bi şiklekî sivik birîndar bûne. Birîndaran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Dermenkirina wan didome.” (ÎLKHA)

 







 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.