Wehşeta Îsraîla Xusran Didome
îsraîla xusran do pıştî 2 saetan, agırbest xera kır û wehşet û qetlîamên xwe yên lı ser ğezze û refahê dıdomîne. heta nıha hejmara şehîdan bı ser 1700î ketıye, zêdetırî 8850 kes jî bırîndar ın.
Teyarên herbê yên Îsraîla rejîma terorê, êrîşî Ğezze û Refahê dikin. Di êrîşên hewayî de 9ê wan ji eynî malbatê 19 kes hatin qetilkirin, 55 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qûdra da zanîn ku teyarên herbê yên Îsraîla siyonîst, li bajarê Refahê êrîşî malbata Zağrebê kirin. Ji malbatê 9 kes hatin şehîdkirin, ji eynî malbatê û kesên derûdor 40 kes jî birîndar bûn. Qûdra îfade kir ku teyarên herbê ji malbata Ebû Suleyman jî 5 kes qetil kirine.
Her wiha hat gotin ku ji ber êrîşên fuzeyan, li Ğezzeyê ji malbata en-Neyrîbê 5 kes şehîd bûne, di êrîşeke din de jî 15 kes birîndar bûne. Heta niha di êrîşan de jî zêdetirî 1700 kes şehîd bûne, zêdetirî 8850 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku teyarên herbê, bi ser kampusa Zanîngeha Îslamê ya li Ğezzeyê de jî bombe barandine. Li gorî îfadeya şahidan, teyarên F-16 yên herbê, li mehela er-Rîmalê Zanîngeha Îslamê kirine hedef. Di êrîşê de di bînayê de xisareke mezin pêk hatiye, lê tiştek bi kesî nehat. Hat gotin ku di bînaya zanîngeha Ezherê ya li tenişta Zanîngeha Îslamê de jî xisareke mezin pêk hatiye.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.