Wêneya rojê ya herî zelal a ku heta niha hatî kişandin
Teleskopa Rojê ya Daniel K. Inouye ku li Hawaiiyê ye, rûyê Rojê bi çareseriya herî bilind (rezolûsyona herî bilind) a heta niha dîmen kir.
Bi Teleskopa Rojê ya Daniel K. Inouye ya li Hawaiiyê, li ser rûyê Rojê şerîdên zêrîn û avahiyên mîna bahozên badokî yên ku berê di pîvanek wiha de nehatibûn dîtin hatin dîmenkirin.
Zanyar diyar dikin ku ev pêlên nû yên ku hatine tespîtkirin, dikarin razên herî mezin ên astronomiyê yên bi dehsalan berdewam dikin ku 'çima tebeqeya koronayê ya atmosferê ya derve ya Rojê ji rûyê wê bi mîlyonan derece germtir e' çareser bikin.
Di çavdêriyên ku bi Inouye ku teleskopa rojê ya herî bihêz a cîhanê ye û li lûtkeya volkana Haleakalā ya li Hawaiiyê ye hatin kirin de, li ser rûyê Rojê hûragahiyên nû yên ji 20 kîlometryan piçûktir hatin tespîtkirin.
Zanyarê payebilind ê Çavdêrangeha Rojê ya Neteweyî ya DYAyê Dr. Friedrich Wöger diyar kir ku ev dîmenên herî bilind ên çareseriya mekanî (rezolûsyona mekanî) ne ku heta îro ji rûyê Rojê hatine bidestxistin.
Di çavdêriyên berê de hatibû dîtin ku rûyê Rojê ji avahiyên krîstalî (granuler) pêk tê. Wêneya dawî ya ku hatî girtin gihîşt sînorên kapasîteya teknîkî ya teleskopê û hûragahiyên heta 20 kîlometryan derxistin holê.
Astronom Dr. David Kuridze ê ku di tîmê de cih digire di hemberî daneyên ku hatine bidestxistin de ev daxuyanî da: 'Lêşêkirina avahiyên bi vî rengî piçûk û zirav li ser Rojê tiştekî nayê bawerkirin e. Ev rewşek e ku me di ti çavdêriya rojê ya berê de rastî wê nehatiye.'
Hat tespîtkirin ku ev avahiyên mîna gêra piçûk ên li ser rûyê Rojê, nîşaneya pêvajoyên fizîkî ne ku zanyar jê re 'neîstîkrariya Kelvin-Helmholtz' (KHI) dibêjin.
Ev rewşa ku bi derbasbûna plazmaya bilez a ji kêleka şilekiya hêdîtir çêdibe, di plazmaya Rojê de spiralên mîna pêlên ku dişkenin hildiberîne.

Hebûna van neîstîkrariyên ku di okyanûsên Cîhanê de, di şiklên ewran de û di atmosferên Jupîter û Satûrnê de têne dîtin, yekem car li ser Rojê hat piştrastkirin.
Hûrgilîyên lêkolînê di kovara Nature de hat weşandin.
Bûyerên teqînî yên ku ji teqînên Rojê heta derxistina massên koronyal (CME) pêk tên, ji qadên magnetîkî yên zêde û guherbar ên stêrkê tên xwedîkirin.
Hêza van teqînan heye ku li ser Cîhanê bandoreke neyênî li ser torên elektrîkê, peyk, pergala GPSê û ragihandina gerdûnî bikin.
Her çend qadên magnetîkî bi tevgera plazmaya germ û barkirî ya li ser Rojê werin hilberandin jî, fizîka li pişt vê hîna bi temamî nehatibû fêmkirin.
Astronoman dizanibû ku xêzên qada magnetîkî mîna kezî re hev dipêçin û bi serbestberdana ji nîşka ve ya tewangê, teqîn pêk tên.
Hat ragihandin ku gêrên badokî yên nû hatine keşfkirin dikarin eşkere bikin ku çima xêzên qadê dipêçin û çawa tebeqeya koronayê digihîje germiya mîlyonan dereceyan di dema ku rûyê Rojê 6.000 derece ye.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.