Weqfa Êtîman goştê qurbanan gihandin Xezzeyê

Weqfa Êtîman goştê qurbanan gihandin Xezzeyê

Weqfa Êtîman goştê qurbanê, ku di Cejna Qurbanê de bi wekalet hatibû serjêkirin, li Misrê kir goştê konservekirî û piştî çend hefteyan amadekariyê û pêvajoyek lojîstîkî ya dijwar, ew radestî kesên hewcedar ên li Şerîda Xezzeyê ya dorpêçkirî kir.

Weqfa Êtîman, ji bo ku alîkarî bigihîne Xezzeya ku ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve di bin dorpêçê de ye, goştê qurbanê yê ku bi rêya wekîlan li Misrê hatibû serjêkirin, kir konserve.

Piştî ku pêvajoyên lojîstîk û destûrnameyên pêwîst qediyan, goştê konservekirî ji Xezzeyê re hat şandin û li malbatên hewcedar hat belavkirin.

Ekîbên Weqfê bi gihandina goştê qurbanê yê teze ji van malbatan re, kêfxweşiya cejnê parve kirin.

Weqfê ragihand ku hewldanên wê yên alîkariya mirovî ji bo gelê Filistînê ew ê di rojên pêş de jî berdewam bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.