Weqfa Êtîman li Bangladeşê bi zarokên sêwî re civiya

Weqfa Êtîman li Bangladeşê bi zarokên sêwî re civiya

Weqfa Êtîman li Êtîmxaneya Fesîh Guler a li Bangladeşê ji bo zarokên sêwî bernameyeke Mewlûda Şerîf li dar xist. Di bernameyê de xwendina Qurana Pîroz û xwendina Mewlûdê û xwarineke germ hebû.

Weqfa Êtîman li Bangladeşê, wekî li deverên cuda yên cîhanê, ji bo temînkirina pêdiviyên zarokên sêwî û bêmal, piştgirîkirina perwerdehiya wan û baştirkirina şert û mercên jiyana wan, xebatên xwe didomîne.

Weqfa Êtîman ku li Bangladeşê alîkarî û piştgiriyê dide zarokên bê dê û bav û kalan, li Êtîmxaneya Fesîh Guler a Xocayê bernameyeke watedar a Mewlûda Şerîf li dar xist.

Bernameya ku bi beşdariya Cemil Cahit Unsal, Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman hate lidarxistin, xwendina Qurana Pîroz, xwendina Mevlûda Şerîf û dua hebûn.

Unsal, ku bi zarokan re li heman sifrê xwar, diyar kir ku kenê li ser rûyê zarokên bê dê û bav kêfxweşiyeke mezin tîne wan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.