Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekarên êtîm re alîkarîya qirtasîyeyê kir

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekarên êtîm re alîkarîya qirtasîyeyê kir

Ji teref Temsîlkarîya Êlihê ya Weqfa Êtîman ve li Êlihê ji 100 zarokên êtîm û sêwî re çente û amûrên qirtasîyeyê hat belavkirin.

Di sala hînkirin û perwerdehîya 2023-2024an de Weqfa Êtîman zarokên êtîm kêfxweş kir.

Temsîlkarê Êlihê ya Weqfa Êtîman Musab Îmîr derheqê xebatê de agahîyan da û weha got:

“Em wek Temsîlkarîya Êlihê ya Weqfa Êtîman ji 100 zarokên êtîm, sêwî û bêxwedîyan ku li Êlihê dijîn re qasî 45 hezar lîreyî çente û amûrên qirtasîyeyê hedîye kir. Xwedê bira ji hemû xêrxwazên ku alîkarîyê kirine re razî be. Ji bona ku em xwe ji zêdetir birayên xwe yên êtîm û sêwîyan re bighêjînin divê ku xêrxwaz ji me re alîkarîyên xwe zêde bikin û bidomînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.