Wesayîtên di bihaya trîlyonan de li parqê terkî rizînê hatin kirin
RİHA - Bi hezaran wesayîtên ku li Otoparka Yedîemîna Rihayê ji rizînê re hatine terkkirin piştî 10-15 salan wextê ku dirizin wek xurdê tên firotin.
Kesên wezîfedar di derbarê mijarê de destnîşan kir piştî demekê divê îhaleya wan wesayîtên ku ji teref dewletê ve hatine desteserkirin bê kirin û ji bo vê yekê bang li kesên rayedar kirin.
Kesên wezîfedar her wiha diyar kirin li bajarên din dema ku wesayît tên desteserkirin piştî salekê, vanan îhaleyan derdixin îhalê.Wezîfedar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ger ku ev îhale li Rihayê jî neyê kirin dê ew ê di derheqê kesên rayedar de gilîdar bibin.
Serokê Platforma Şopandina Civaka Sîwîl Farûq Akbaş û wezîfedarê Otoparka Yedîemînê Emîn Beyaztaş di derbarê mijarê de destnîşan kirin ku sermayeya neteweyî heba dibe.
Akbaş di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de wiha dest nîşan kir: “Ez ji vê derê bang li Serokomar, Serokwezîr, Wezîr û parlementerên me dikim.Li Otoparka Yedîemînê di qiymeta trîlyonan de wesayît dirizin.Em nêzî 2 mehan lêkolîna vê yekê dikin.Weke ku hûn jî dibînin bi sedan wesayîtên ku ji teref dewletê ve hatine desteserkirin li vê derê terkî rizînê hatine kirin. Ger ku ev wesayît li gor qanûnan bi rêya îhalê bên firotin dê ev sermayeya neteweyî dê heba nebe.Lê a niha ev wesayîtên ku tên desteserkirin nêzî 10-15 salan di bin baranê de tên sekinandin û dû re wek xurdê tên firotin.Ev wijdanan nerihet dike.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.