
Wezareta Karên Derve bertek nîşanî Amerîka da
Ji teref Amerîka ve Îsmaîl Henîyye hatibû xistin nav “lîsteya terorê.” Wezareta Karên Derve ji teref Amerîka ve xistina Îsmaîl Henîyye nav “lîsteya terorê” bertek nîşan da.
Ji Berdevkê Wezareta Karên Derve Hamî Aksoy derbarê Lîderê Hamasê Îsmaîl Henîyyeyê ku ji teref Amerîka ve hatiye xistin nav lîsteya “terorîstên kurewî” de pirsek hat kirin.
Aksoy pirsa ku jê hat kirin wisa bersivand: “ Heqîqetek heye ku Hamas bo jiyana siyasî ya Filistînê muhîm e. Ev qerara ku pê qet ehemîyet nayê dayîn vê heqîqetê dê tu feydê nede çareserîya îhtîlafa di navbera Filistîn û îsraîl de.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.