Wezîr Soylu çû Silopiyê
ŞERNEX - Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civatê Sileyman Soylu çû navçeya Silopiya Şernexê û lêkolîninan kir.
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civatê Sileyman Soylu çû navçeya Silopiya Şernexê û lêkolîninan kir û ji Qeymeqamê Silopiyê birînfîng wergirt.Wezîr Soylu dû re di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji bona me Îzmîr çibe Silopî jî ew eEv yek wîcdan û hînkirina gelê me ye.Ji bona me Edîrne çibe Gever, Nisêbîn û Şernex jî ew e.”
Wezîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK zarokan ji dê û bavê wan vediqetîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro roja zarokên cîhanê ye. Nexasim komek rexne li Tirkiyê dike.Baş e gelo çima qala wan kesên ku zarokên ji 18 û 15 salî biçûktir ji bona bixin endamê rêxistina terorê ji dê û bavên wan cûda dikin çima nayê kirin.”
Wezîr Soylu dû re dikandarên Kolana Duyemîn ziyaret kir.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.