Wezîr Yilmaz: 3 hezar û 530 dersxane hatin girtin
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz destnîşan kir ku piştî 14ê Adara 2014an 3 hezar û 530 dersxane hatin girtin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz li ser pirseke ku derheqê dersxaneyên hatin girtin hat kirin de îfade kir ku ji 14ê Adara 2014an vir ve 3 hezar û 530 dersxane hatine girtin û ji dersxaneyên hatine girtin jê hezar û 472 hatine wergerandin dibistanên taybet.
Parlementerê Nîgdeyê Omer Fethî Guler pêşniyazpirsek ji Wezareta Perwerdeya Mîllî pirsî û îfade kir ku piştî biryarên hikumetê girtin dersxaneyên taybet di 1ê Îlona 2015an de hatin girtin. Lê belê pir ji vanan îro bi navê mektebên taybet an wek qursên hîndekariyê perwerdehiyê didin û falîyetên xwe didomînin. Parlementerê CHPê Guler wiha got: “Ji tarîxa ku biryar hatiye girtin pêde çend dersxaneyên taybet hatine girtin? Dersxaneyên bi biryara hikumetê hatin girtin û paşê wek mektebên taybet hatin guherandin çend hebin? Saziyên wek dersxane hindekarîya xwe didomînin û dû re hat guherandin wek mektebên taybet lê belê heta niha jî pêwistîyên xwe neanînin bicî çend hebin?”
Wezîrê Perwerdeya Mîllî Îsmet Yilmez bersiv da pêşniyazpirsan û got: “Piştî tarîxa 14.03.2014an ya ku di heqê girtina dersxaneyên taybet de hat girtin û pê de heta îro 3 hezar û 530 dersxane, ya hat girtin an jî hat guherandin wek mektebên taybet.”
Yilmaz di berdewama axaftina xwe de îfade kir û got: “Niha 152 dersxaneyên taybet yên ku wek qursên taybet yên hindekarîyê dewam dikin hene û niha 6 sazîyên hatine guherandinî qursê hindekarîye û hezar û 472 sazî bûne wek mektebên taybet û xizmetên xwe bi vî awayî dewam dikin. Di dîroka 01.03.2014an de temamê dersxaneyan hatine girtin û niha tu dersxaneyê bi fermî xizmetê didin tineye.”
Yilmaz behsa guherandina dersxaneyan kir û wisa berdewam kir: “Wezareta me kesên heta tarîxa 01.09.2014an yên ewraqê xwe amade kiribûn û yên minasib hatin dîtîn hatin guherandin wek qursên hindekarîyê.”
Yilmaz di dawiya axaftina xwe wiha got: “Li gor hukmên li jor hatin eşkerekirin mektebên teahuda wan hene lazime heta sala hindekariyê ya 2018-2019an pêwistîyên xwe bînin bi cî. Dema ewil ji van mekteban şert û mercên di mektebên din de tev nehatin xwestin. Van mekteban heta teahuda wan biqede heger şerdên ku em dixazin teva bi cî neyênin emê lîsansa wan betal bikin û faliyetên wan qedexe bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.