Wezîrê Tendirustiyê: Ez hêvîdarim ku êdî kes nemire
ENQERE - Wezîrê Tendirustiyê Mehmet Muezzinoglu di derbarê êrîşa bombeyî ya li Beyogluya Stenbolê de wiha destnîşan kir: “Ji niha pê ve 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Ji 36 birîndaran 7 wê rewşa wan giran e. Ez hêvîdarim ku êdî kes nemire.”
Wezîrê Tendirustiyê Mehmet Muezzinoglu di derbarê êrîşa bombeyî ya li Beyogluya Stenbolê ya ku 5 kes jiyana xwe ji destdan de daxuyanî da.
Muezzînoglu wiha belav kir: “Ji niha pê ve 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Ji 36 birîndaran 7 wê rewşa wan giran e. 4 welatiyên me yên din di emeliyatê de ne. Ez hêvîdarim ku êdî kes nemire. Gor agahiyên ku hatine bidest xistin ji birîndaran nêzê 12 kesan biyanî ne.”
Wezîr Muezzînoglu li ser pirsa idîayên ku li Beyogluyê xwekujek din heye wiha axivî: “Mirov nikare bibêje ku tiştek wiha tune. Îstîxbarat û ewlehî di derbarê vê yekê de tedbîr digirin û dê bigirin. Ev êrîşekê wisa xwînxwar e ku êrîşger him xwe dikuje him jî gelek kesan bi xwe re dikuje. Herkes dizane ku êrîşa xwekujî pêk were bidestxistina îstîxbaratê ya di derbarê vê yekê de gelek zehmet e. Dê ev zehmetî hemî derbas bibin û kesên êrîşger jî dê bigihêjin heqên xwe.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.