
Wezîrê Tenduristîyê Demîrcan: Tu heqê Yekîtîya Tebîbên Tirk tuneye daxuyanîyeke wisa bide
Wezîrê Tendurîstîyê Demîrcanderbarê daxuyanîya ku ji teref Yekîtîya Tebîbên Tirk ve derbarê operasyona Efrînê hatiye dayîn de destnîşan kir “Yekîtîya Tebîbên Tirk, tebîbên Tirkan temsîl nake.”
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hatiye dayîn de ji daxuyanîya ku hatiye dayîn re bertek hat nîşandan û dû re wiha hat gotin: “Yekîtîya Tebîbên Tirk, tebîbên Tirkan temsîl nake û Tu heqê Yekîtîya Tebîbên Tirk tuneye daxuyanîyeke wisa bide. Her wisa me wek Wezaretê doz vekir da ku dawî li wezîfeya endamên Konseya Navendî bê anîn.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.