Wezîrê Zîraetê yê Kurdistanê ji ÎLKHAyê re axivî

Wezîrê Zîraetê yê Kurdistanê ji ÎLKHAyê re axivî

Hewlêr - Wezîrê Kurdistana Başûr Abdussettar Mecîd piştî ku axavtina wî ya Kurdî hat astengkirin re di derbarê tiştên ku pêk hatine de ji ÎLKHAyê re axivî.

Her weke ku tê zanîn li Qonyayê 14emîn Fuara Teknolojiyên Zeviyê di navbera dîrokên 23-27ê Adarê de dihat lidarxistin ku Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussetar Mecîd jî ji vê fuarê re hatibû dawetkirin.Mecîd dema ku kiribû di destpêka fuarê de bi Kurdî biaxive ji teref komîteya amadehiya fuarê ve hatibû astengkirin û nehiştibûn ku Mecîd bi Kurdî biaxive.

Wezîr Mecîd di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re wiha axivî: “Beriya her tiştî protokol baş bû û bi şikleke baş me pêşîwazî kirin. Me li wê derê bi Wezîrê Bazirganî û Gumrukê re  bi Waliyê Qonyayê re û bi alîkariyê Wezîrê Ziraetê re civînek li dar xist. Min bi xwe di wê civînê de bi Kurdî axivîm. Axavtina min ji teref kesê tercuman ve bi Tirkî hat tercumekirin. Di wê civîna ku hat kirin de tu pirsgirêk derneket.”
 

 “Hereket û kiryarên mîna van tu fedê nadin çareseriya Pirsgirêka Kurd”

Mecîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir rayedarên fuarê li wê derê jê xwestine ku an bi Îngilîzî an jî bi Tirkî biaxive lê wî bixwe vê yekê qebûl nekiriye.Mecîd dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemû tişt bi şikleke baş dest pê kir. Me got ku em ê di derbarê fuarê de axavtinekê bikin.Ji ber vê yekê navê me qeyd kirin. Piştî vê qeydkirinê hatin û ji me re gotin ‘Tercûman heye lê pêwîst e ku hûn an bi Tirkî an jî bi Îngîlîzî biaxivin.’  Min jî ji wan re got ku ez bi Îngîlîzî dizanim lê ez dixwazim ku bi Kurdî biaxivim. Vê yekê qebûl nekirin û gotin ku ji vê yekê re wext tune ye. Ez ê di fuarê de tiştên baş gotibana.Lê bi vî awayî hereket kirin ku ev yek jî baş çênebû.Kiryarên mîna vê tu feyde nadin çareseriya pirsgirêka Kurd.”

 “Ev tiştê ku hatiye kirin ji teref xelkê Tirkiyê ve nehatiye kirin”

Mecîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedema van pirsgirêkan komîteya tertîbê bû û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev astengkirin meseleyeke şexsî bû.Me gilî û gazinên xwe yên di derbarê vê mijarê de ji walî û serokê şaredarîyê re kir. Walî ji me re got ku haya wan ji vê tune ye. Ev tiştê ku hatiye kirin ji teref xelkê Tirkiyê ve nehatiye kirin. Sedema vê pirsgirêkê kesên ku organîzasyonê kiribûn bûn. Walî Muammer Erol û Serokê Şaredariyê  Tahîr Akyurek  ji ber vê meselê xemgînîyên xwe anîn ziman.”

 “Li Tirkiyê hêj zêhniyeteke ku ji berê maye heye”

Her weke ku tê zanîn gelek parlementerên biyanî û binkî  û her wiha şîrketên navneteweyî beşdarî vê fuarê bûbûn ku Mecîd di berdewama axavtina xwe de ew kiryara ku li fuarê li dijî wî hatiye kirin rexne kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li Tirkiyê hêj têgihiştineke ku ji berê maye heye û ev zihniyet tenê xwe baş dihesibîne.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.