Wezîrên Karên Hindur: Kesa êrîşkar di nava sefên YPGê de perwerdehî girt

Wezîrên Karên Hindur: Kesa êrîşkar di nava sefên YPGê de perwerdehî girt

Wezareta Karên Hindur nasnameya jina ku bi wesayîta bombebarkirî li Enqerê êrîş li dar xistibû aşkere kir.

Ji teref Wezareta Karên Hindur ve di derbarê nasnameya jina  ku bi wesayîta bombebarkirî li Enqerê  êrîş li dar xistibû de daxuyaniyek hat dayîn.Hat ragihandin kesa ku êrîşê li dar xistiye 24 salî ye û navê wê Seher Çagla Demîr e û eslê xwe Qersî ye.

Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin Demîr ji sala 2013an pê ve beşdarî sefên PKKê bûye û  dûvre derbasî Sûriyê bûye û li vê derê jî tevlî nava sefên YPGê bûye.Her wiha hat diyarkirin Seher Çagla Demîra 24 salî ya ku êrîşê li dar xistiye li Sûriyê di nava sefên YPGê de  perwerdehî girtiye.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.