Xebata dijwar a mekîneya paleyîyevanan: 12 saet xebat, toz, dûman û li ber germahiya bi şewat
Bi destpêkirina werza dirûna çandiniyê ya li Mêrdînê re, xebata dijwar a mekîneya pal jî dest pê kir. Cotkar anîn ziman ku şert û mercên xebata rojane pir giran in û weha gotin ku zoriyên herî mezin germahiya hewayê, toz, dûman û saetên dirêj ên xebatê ne
Li Deşta Mêrdînê dirûna ceh, genim û nîskan a ku berî niha bi du hefteyan dest pê kiribû, bê navber berdewam dike. Bi destpêkirina werza dirûnê re, operatorên mekîneya paleyîyê jî ketin nav tempoyeke xebatê ya qerebalîg (dijwar).
Malbata Öğrük a ku li gundê Qerhêtayê ya ser bi navçeya Çînarê ya Amedê ve dijîn, pîşeya cotkarî û karsaziya bîçerê ya ku ji bavê xwe dewr girtine, bi salan e didomînin. Endamên malbatê yên ku ji bo xebatên dirûnê hatine Mêrdînê, zoriyên vê pîşeyê ji mîkrofona İLKHAyê re vegotin.
Malbata Öğrük a ku bi hestiyariya xwe ya li ser mijara Filistîn û Qudsê jî balê dikişîne, ji bo balê bikişînin ser tiştên ku li Xezeyê diqewimin û Filistînê di rojevê de bihêlin, alaya Filistînê û posterê Ebû Ubeyde bi biçerdoverên xwe ve daliqandin.
Piştî ku di rojên borî de Ammar Öğrük ê ku li navçeya Çînarê ya Amedê cotkariyê dike posterê Ebû Ubeyde bi biçerdovera xwe ve daliqandibû, birayê wî Cafer Hüseyin Öğrük jî ji bo balê bikişîne ser drama mirovî ya ku li Xezzeyê diqewime, peyameke piştgiriyê ya wekhev da. Öğrük ê ku di werza dirûnê de posterê Ebû Ubeyde bi mekîneya paleyîyê ku bikar tîne ve daliqand, diyar kir ku ew li gel gelê Filistînê ye.
Cafer Hüseyin Öğrük ê ku da zanîn zêdetirî 12 salan e operatoriya mekîneya paleyîyê dike, anî ziman ku aliyên herî zor ên vê pîşeyê germahiya hewayê, toza zêde, se'etên dirêj ên xebatê û dûrbûna ji malbatê ne.

Cafer Hüseyin Öğrük
“Em di rojê de 12 saetan dixebitin”
Öğrük ê ku li ser xebata xwe ya dijwar peyivî weha got: "Ez ji sala 2014an vir ve ajokariya biçerdoverê dikim. Ev pîşe ji bavê me ji me re maye. Niha dor hatîye me û em hewl didin vê pîşeyê bidomînin. Ji bo dirûnê, em her sal di meha hezîranê de ji mala xwe diqetiyan (dûr dikevin). Pêşî em tên Mêrdînê û nêzî 20 rojan li vir dimînin. Paşê em demekê li Amedê dixebitin, piştî wê jî em diçin Yozgatê. Em nêzî 40 rojan li Yozgatê dimînin. Bi gelemperî werza me ya dirûnê 90 rojan dikişîne."
Öğrük diyar kir ku di dirêjahiya werza dirûnê de ew serê sibê zû radibin û bi karên xwe re mijûl dibin û ev îfade bikaranîn: "Çawa ku aliyên xweş ên vê xebatê hene, zoriyên wê jî hene. Bi taybetî germahiya hewayê û toz di nav pirsgirêkên me yên herî mezin de ne. Em serê sibê saet di 05.00an de radibin. Em lênêrîna rojane ya biçerdoverê dikin, sotemeniya wê dadigirin û kontrolên pêwîst temam dikin. Piştî ku em di romorkê de taştêya xwe dixwin, derdora saet 07.00an de dest bi xebatê dikin. Em romorkê hem wekî cîhê rûniştinê (manendbûn) hem jî wekî qada xwarinê bikar tînin. Di dirêjahiya werzê de piranî em di zeviyê de radizên û di zeviyê de şiyar dibin. Di biçerdoverê de du şofêr bi dorvegerî (bi vardiya) wezîfeyê dikin. Ajokarê ku bi roj dixebite, êvarê saet di 19.00an de karê xwe temam dike. Paşê ajokarê dorvegera şevê heta saet 05.00an ê sibê dixebite."

Öğrük bal kişand ser zoriyên ku di pîşeyê de rastî wan tên û weha diyar kir: "Yek ji wan rewşên ku em herî bêtir tê de zorê dikişînin, xirabûna biçerê ya di zeviyê de ye. Xebata di nav germahiya hewayê, toz û dûmanê de gelekî giran e. Bi rojan em di bin germahiya ku digihîje 40 heta 45 pileyan (derece) de dixebitin. Li gel vê yekê, bêxewî, nekirina serşoka bi rêkûpêk û hesreta malbatê jî aliyên din ên zor ên karê me ne. Em nêzî sê mehên salê dûrî mala xwe derbas dikin. Em li Mêrdîn, Amed, Xarpêt, Qirşehîr û Yozgatê dixebitin. Heke kar bigihîje, em diçin Sêwasê jî. Di vê heyamê de wekî du tîm, bi giştî çar kes wezîfeyê dikin. Her şofêr di rojê de nêzî 12 saetan dixebite. Bi navînî em dikarin di saetekê de qadeke nêzî 15 doniman dirûn bikin."
“Maliyetên ku zêde dibin qezanca me kêm dikin”
Öğrük ê ku da zanîn bi xêra vê pîşeyê debara malbata xwe dike, anî ziman ku şert û mercên aborî her sal bêtir giran dibin û weha got: "Ji bo niha em ê berdewam bikin ku pîşeyê bidomînin. Lê belê di demên pêş de heke em dahateke têrker bi dest nexin, dibe ku em mecbûr bimînin ku vî karî berdin. Maliyetên lênêrîn, sotemenî û karkeriyê gelekî bilind bûne. Bi taybetî bihayê mazotê û perçeyên yedek ên biçerdoverê li gorî sala par bi awayekî cidî zêde bûne. Tevî vê yekê, heqê dirûna zeviyan hema hema wekî xwe maye. Ji ber vê sedemê, qezanca me roj bi roj kêm dibe."

“Em Filistînê ji bîr nakin”
Öğrük ê ku hestiyariya xwe ya li ser mijara Filistînê jî anî ziman, weha peyivî: "Zêdetirî du salan e ku li Filistîn û Xezeyê zilmeke mezin heye. Em dixwazin ev rewş bi dawî bibe. Em jî her wekî ji destên me tê, hewl didin alîkariyê bişînin. Her weha ji bo ku em piştgiriyê bidin Filistînê, me posterê Ebû Ubeyde bi biçerdovera xwe ve daliqand. Bi vê awayî, em hewl didin rawestan û piştgiriya xwe nîşan bidin."

Bünyamin Öğrük
“Em sê mehên salê di xeribiyê de derbas dikin”
Bünyamin Öğrük ê ku diyar kir ku ew wekî malbat nêzî 25 salan e vê pîşeyê didomînin, ev îfade bikaranîn: "Me ev pîşe ji bavê xwe hîn girt. Di vê gavê de em li Mêrdînê xebatên dirûnê berdewam dikin. Wekî malbat, em zêdetirî 25 salan e vî karî dikin. Em her dem li dijî toz, dûman û hewaya germ têkoşînê didin. Em wekî bi roj û bi şev, bi dorvegerî (bi vardiya) dixebitin. Bi vê awayî, di werza dirûnê de em li gorî bingeha 24 saetan çalakiyan nîşan didin. Carinan em kêmasiya avê jî dikişînin. Piranî em di bin germahiya zêdetirî 40 pileyan de dixebitin. Heta di hinek rojan de germahiya ku tê hîskirin dikişîje astên pir bilindtir. Yek ji aliyên herî zor ên vê pîşeyê jî dûrbûna ji malbatê û mecbûriyeta çûyîna bajarên cûrbecûr e. Piştî xebatên xwe yên li vir, em ê herin Yozgatê û nêzî mehekê jî li wir bixebitin. Em nêzî sê mehên salê dûrî mala xwe derbas dikin. Li gel dirûna ceh û genim, di demên pêş ên werzê de em di dirûna garis de jî cîh digirin."
Öğrük ê ku piştgiriya xwe ya ji bo Filistînê dubare kir, gotinên xwe weha bi dawî kir: "Filistîn her dem di dilê me de ye. Bijî Filistîn. Ji bo balbikişandinê jî me posterê Ebû Ubeyde bi ser biçerdoverê ve daliqand."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.