Xebatên Alîkarîyê
Sazîyên sıvîl û îslamî bı nêzbûna ‘îda qurbanê, xebatên xwe yên alîkarîyên dıdomînın. Lı rıhayê komela Yar-der a kanîya xezalan û camî-der a wêranşarê, alîkarîya malbatên feqîr û muxtac kırın.
Komelên Îslamî û sazîyên sivîl, xebatên xwe alîkarîyê bê navber didomînin.
Bi nêzbûna ‘îda qurbanê komelên îslamî lez dan xebaten xwe û bi alîkarîyan rûyê malbatên feqîr û muxtac kêfxweş dikin.
Serokê komela Yar-dera navçeya Kanîya Xezalan ya Rihayê, ‘Ebdulhekîm Dağbaşi beyanat da.
Dağbaşi di beyana xwe de weha got: “ Wekî her ‘îdîyan di vê ‘îdê de jî, em malbatên muxtac tespît dikin û alîkarîyê dighînin wan.”
Serokê şaxa komela Yar-derê, ‘Ebdulhekîm Dağbaşi îfade kir ku miltecîyên Sûrîyeyî jî ji bîr nekirine û ji bo îsal bedêlê qurbanê wek 450 lîreyî hatiye eşkere kirin.
Komela Camî-dera ku li wêranşera Rihayê falîyetan dike, berî ‘îda Qurbanê li 135 malbatên Sûrîyeyî, alîkarîya cil û berg û solan kirin.
Serokê komîsyona alîkarîyê ya Camî-derê Îbrahîm Halîl Dolaş, ji bo ku di ‘îda qurbanê de, goştê qurbanan bighînin malbaten feqîr, ji kesên xêrxwaz destek û alîkarî xwest.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.