“Xebatên ku HUDA PAR dike ji bo yekîtîya ommetê girîng e”
Serokê şuraya Îttîhadul Ulema wel Muslîmîn a Kurdistana Iraqê, Doxtor Omer Evdilazîz Bahauddîn bala misilmanan kişand li ser yekîtîya ommetê. Bahauddîn her wiha, xebatên ku HUDA PARê ji bo yekîtîya ommetê kirine û dike pîroz kir.
Serokê şuraya Îttîhadul Ulema wel Muslîmîn a Kurdistana Iraqê, Doxtor Bahauddîn got; “Ew xebatên ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember, Yekîtîya Medresa û Aliman(ÎTTÎHAD) û HUDA PAR ve tên kirin ji bo wahdet û yekîtîya ommetê gelekî girîng û erênî ye.”
Wek tê zanîn li Diyarbekrê ji teref ÎTTÎHADê ve bernameya “Hevdîtina Alimên Kurdistanê” hatibû dar xistin. Doxtor Bahauddîn jî beşdarî ve bernameyê bûbû. Bahauddîn, piştî vê beşdarbûyînê re hevdîtenek bi endamên HUDA PARê re kir. Bahauddîn di derbarê Hevdîtina Alimên Kurdistanê û Mewlûda Pîroz de da zanîn ku ; ‘Ev bername ji bo yekîtîya ommeta Îslamê gelekî girîng e.’
Bahauddîn di vê hevdîtinê de fikr û ramanên xwe wiha anî zimên: “ Ew dîmena ku me li meydana mewlûdê dît nişanî me da ku misilman dikarin ji tefrîqa û fitne xelas bibin. Divê alimên misilmanan û kesên pêşeng ji bo yekîtîya misilmanan bixebitin.”
Di vê hevdîtinê de namzetê xweser Zekerîya Yapicioglu a Amedê ya ku HUDA PAR piştgîrîyê didîye jî li ser yekîtîya misilamanan sekinî û hedîseke Resûlê Xwedê wiha bi bîr anî: “ Ji ommeta min du beş hene heger ew baş bin ew ê temamê însanan baş bibin. Heger ew nebaş bin ew ê temamê însanan nebaş bin. Vanan: Alim û îdarevan in”
Namzetê xweser a Diyarbekrê Yapicioglu di derheqê alim û îdarevanan de jî wiha got: “ Alim û rêvebir ji bona pirsgirekên di nav xwe de çareser bikin divê li hev bicivin û rêyên çareserîyê vêkolîn bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.