“Xelasî û saadeta me bi Qur’anê ye”

“Xelasî û saadeta me bi Qur’anê ye”

ÊLIH - Mela Seîdê Sûriyeyî di derbarê meha Remezanê de nirxandinan kir û diyar kir Qur’ana ku di meha Remezanê de nazil bûye nîzama heyatê ye û xalasî, saadet jî tenê bi Qur’anê mimkûn e.

Mela Seîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir meha Remezanê meheke pir bi qedr û qiymet e û wiha pê de çû: “Ji Remezanê re hindik ma,divê em haziriya xwe ji bo wê bikin da ku em bi heqê wê vê mehê derbas bikin.Hemû tiştên ku Xweda ji me xwestiyê divê em di vê mehê de bikin.Meha Remezanê ji mehên din bi qedr û qiymettir e.Lewra meha Remezanê du taybetiyên wî hene ku ji mehên din cuda ye. A yekem Xweda di vê mehê de Qur’ana Kerîm nazil kiriye, ya duyemîm jî Leyletul Qedir di vê mehê de ye.”

 “Xelasî û saadeta me bi Qur’anê ye”

Mela Seîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir meha Remezanê meha Qur’anê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev Qur’an nîzama heyata me ye.Em bi saxiya Qur’anê helal û heraman ji hev diveqetînin.Qur’an şerîata me ye.Saadet û xelasiya me di wê Qur’ana ku ji me re hatiye şandin de ye.Leyletul Qedir jî  şevekê pir girîng e.Xweda û Resûlê Xweda beyan kirine , xêra di Leyletûl Qedir de ji hezar şevî zêdetir e.Meha Remezanê dibe wesîle ku Misliman bibin xwediyê exlaqeke baş.Em di meha Remezanê de hînî sebrê dibin û em dibin xwedî teqwayê.Em di vê mehê de ji tiştên ku Xweda nehiy kiriye dûr dibin û em tiştên ku Xweda ji wan razî ye dikin û em van tiştan hîn dibin.Em meh herwiha  rehemetê hinî me dike.”

“Eger ku zekat bi heqê wê hatibana dayîn li ser rûyê erdê fitne û musibet nediman”

Mela Seîd diyar kir eger ku zekat bi heqê wê hatibana dayîn li ser rûyê erdê fitne û musîbet nediman û wiha pê de çû: “Bi rastî jî heger bi heqê wê zekat hatibana dayîn wê demê fikrên gemar ên mîna komunîzmê nediketin nava Mislimanan.Fikrên qirêj ên mîna komunîzmê ji xwe re feqîrtiyê dikin amûr û aqîdeya Mislimanan xera dikin û fikrên wan diguherînin.Xweda zekatê belesebeb ferz nekiriye.”

“Misliman divê di meha Remezanê de lîbasa manewiyatê li xwe bikin”

Mela Seîd diyar kir pêwîst e meha Remezanê bi şikleke birêkûpêk bê edakirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meha Remezanê de divê Misliman biçin mizgeftê, Qur’anê zêde bixwînin, dînê xwe hîn bibin û divê wextên xwe li cihên xêrê derbas bikin.Em wek Mislimanan her wiha divê xwe ji gunehan mihefeze bikin.Remezan ji bona Mislimanan firseteke mezin e.Di vê mehê de divê Misliman bi nefs û şeytan re mucadele bikin û zirxa manewî li xwe bikin.Piştî ku Remezan qediya re heger nefs û şeytan nêzîkî te bibe wê demê tu dikarî bi wê zirxa manewî ya bi Remezanê xwe muhafeze bikî.Ji bo kesên ku di Remezanê de rojî digirin xêrên gelek mezin hene.Lê belê heger di vê mehê de guneh, zilm bê kirin û malê xelkê bê xwarin xêrê ku hatine kirin tev diçin.Rojiya kesê ku van tiştan bike jê re ji birçîbûn û tîbûnê pê ve tu tiştî nade.”

Mela Seîdê Sûriyeyî  di dawiya axavtina xwe de di derheqê perçebûna Mislimanan de nirxandinan kir û wiha got: “Îdarevanên dewletê û alim dikarin yêkîtiya ummetê tesîs bikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.