Xelk ji bona tiştên xwe xelas bikin vedigere Sûrê
Xelkê ku ji ber pevçûn û qedexeyan li navçeya Sûra Amedê malên xwe terikandibûn ji ber ku qedexe gelekî berdewam kir vegerîyan da ku tişt û eşyayên xwe xelas bikin.
Li navçeya Sûra Amedê ev bû 23 roj ku qedexeya derketina derve hêj berdewam dike, xelkê ku ji ber pevçûnan mecbûr ma ku malên xwe terk bikin cardin vegerîyan navçê da ku firax û eşyayên xwe xelas bikin. Xelkê ku hatibû navçê bi wesayîtên ku ji wan re dibêjin ‘çek çek’ hewl dan demildest eşyayên xwe xelas bikin.
“Ev bû 58 sal ku tu kes nehatibû devê deriyê min”
Mehmet Koyuncuyê ku ji sala 1958an ve li Diyarbekirê dijî diyar kir ew bû cara ewil rasta tişteke wiha tê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 58 sal ku tu kes nehatibû devê deriyê min.Ne dewlet ne jî tu rêxistin nehatibûn devê deriyê min.Em di nava hizûr û aramîyê de dijiyan. Encax piştî ku li van deran bûyerinan derketin re dewlet kete van deran û em jî mexdûr bûn.Li Sûrê zirara negihêje tu kesî, tenê yê ku zirarê dibîne em in. Ketine malên me , dîwaran qul kirine û malê belawela kirine. A niha em mecbûr in ku mala xwe bar bikin.Min li Metropolê malek bi 900 lîre kire kir. Ez teqawîd im.Ez ê çawa bikim û çawa li zaroyên xwe binêrim.Em zehmetiyê dikşînin.”
“Ev bû du meh ku em li derve ne”
Hamîd Degerê ku diyar kir ev bû du meh ku ew li derve mane û nahêlin ew malên xwe bar bikin û wiha pêde çû: “Ev bû du mehên sax ku ez û digel qîzên xwe li ba naskiriyan dimînim.A niha em mala lawê min jî bar bikin. Em wan eşyayên ku dikarin xelas bikin bi wesayîta çek çekê dibin. Em perîşan bûne. Em li derve di şert û mercên neyînî û nebaş de dijîn.”
Li navçê hat dîtin hema hema mala ku ji pevçûnan zirar neditiye tune ye û gelek mal û kargeh jî wêran û dêran bûne.
Li gor texmînan ji navçê nêzî 20 hezar kesî heta niha koç kiriye.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.