Xelkê Hezexê vedigere malên xwe
ŞERNEX - Ji ber ku li navçeya Hezexa Şernexê qedexeya derketina derve qismen hat rakirin gelê Hezexê vegera malên xwe.
Ji ber ku li navçeya Hezexa Şernexê qedexeya derketina derve qismen hat rakirin gelê Hezexê di derdora saetên sibê de vegera malên xwe.
Li navçeya ku qedexeya derketina derve ji 18ê Sibata 2016an pê ve dest pê kiribû û operasyon 20 roja domî bi destpêkirina lêgerînê re dawî lê hat.
Piştî Walîtiya Şernexê diyar kir ku ev qedexe qismen hatiye rakirin gelê navçeyê jî dest bi têketina navçeyê kir.
Di derdora saetên sibe gel piştî kontrola nasnameyan dest bi têketina navçeyê kir. Her wiha di derbarê teqemeniyên ku hatine bicîkirin de gel tê hişyarkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.