Xelkê Nisêbînê hêj malên terk dikin
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê xelk ji ber endîşeya îlankirina qedexekirina derketina derve, navçê terk dike.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku berî niha 6 car derketina derve hatibû qedexekirin ji ber daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala cardin dest bi terikandina navçê kirin.
Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala di daxuyaniya ku berî vê çend rojan dabû de di derbarê mijarê de wiha axivîbû: “Li Cizîrê û Sûrê operasyon berdewam dikin.Li Cizîrê wext e ku xelas bibe, Sûr jî ew ê hinekî din berdewam bike.Ji xeynî Hezexê Nisêbînê jî heye.Li hinek cihên weke van, barîkat û kort hene ku ew ê ev bên rakirin.”
Ji ber vê yekê xelkê Nisêbînê ji ber îxtîmala qedexeya derketina derve û ji ber endîşeya ewlehîya can navçê terk dikin û hewl didin biçin ba naskirîyên xwe. Kesên ku naskiriyê wan tune ne jî bi qasî quwweta xwe alav û firaxên xwe hildigirin û hewl didin ku biçin cihekî ku vê zivistanê lê biborînin.Ji ber koça xelkê termînala otobusan a navçê gelekî qelabakix e.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.