Xelkê Sûrê ji keysperestiya neqliyekar û emlaqfiroşan re bertek nîşan da
Dema koçkirina xelkê ji navçeya Sûra Amedê hinek kesên emlaqfiroş û neqliyekar fiyat û heqê zêde ji xelkê teleb kirin ku ev yek wek keysperestiyê hat nirxandin, her wiha hat îdiakirin hinek xwedîyên xanîyan gotine ku ‘Xanî nedin kesên ku ji Sûrê hatine.’
Xelkê navçeya Sûrê ya ku ji ber pevçûnan mexdûr bûbû û macbûr mabû ku koç bike vêcar jî bi keysperestiya emlaqfiroş û neqliyekaran re rû bi rû ma. Dema koçkirina xelkê ji navçeya Sûra Amedê hinek kesên emlqafiroş û neqliyekar fiyat û heqê zêde ji xelkê teleb kirin ku ev yek wek keysperestiyê hat nirxandin, her wiha hat îdiakirin hinek xwedîyên xanîyan gotine ku ‘Xanî nedin kesên ku ji Sûrê hatine’ xelk ji van yekan re bertek nîşan da.
Hemwelatiyekî bi navê Cuma yê ku mecbûr mabû ku ji navçê koç bike diyar kir ew û malbata wî gelek rojên bi êş û zehmet diborînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên emlaqfiroş û neqliyekar ji me bihayên fahiş dixwazin ku ev yek jî keysperestî ye. Emlaqfiroşên ku em diçin cem wan malên ku kireyên wan 200 lîre ne bi 800 lîre dixwazin bidin me.Kireyan zêde dikin.Kesên emlaqfiroş 2 hezar lîre depozito dixwazin û neqliyekar jî 500 lîre ji me dixwazin.Ji bona dûrahiyeke bi vî awayî çawa ev qas pere ji me dixwazin?”
Cuma, nasnameya di berîka xwe de derxist û nîşan da û got: “Heger em di bin vê alê de dijîn divê em wek însanan muamele bibînin.Ev muamele li heywanan jî nayê kirin.Çima ev pirsgirêk li rojava tune ne û li vê derê hene? Mexdûriyeta me zêde dibe. Derbeyek jî birayê yekî li wî dide.Em ê bi vî awayî bibin millet?”
“Sûcê xelkê Sûrê çi ye”
Hemwelatiyê bi navê Cuma di berdewama axavtina xwe de îddîa kir xwediyê xanîyan dibêjin xanîyan nedin kesên ku ji Sûrê tên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Vê yekê kesên emlaqfiroş dibêjin.Çima qey yên Sûrê terorîst in? Zilmeke bi vî awayî heye?Me li Ofîs, Yenîşehîr û li Şehîtlîkê xanî pirs kir û kesên emlaqfiroş ji me re gotin ku xwediyê xanîyan dibêjin xanîyan nedin kesên ku ji Sûrê tên.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.