Xelkê taxê yê ku ava wan di Remezanê de qutbûbû rê birî

Xelkê taxê yê ku ava wan di Remezanê de qutbûbû rê birî

RİHA - Li Rihayê nîştecihên taxê ji ber ku ev bû demeke dirêj avên wan hatine qutkirin û di meha Remezanê de jî naherikin rê ji trafîkê re girtin û şaredarîyê protesto kirin.

Li Taxa Devteşiya navçeya Xelîliya Rihayê  ev bû demek dirêj ku xelkê taxê bi pirsgirêka ava vexwarinê re rû bi rû mane.Xelkê taxê yê ku ji ber tunebûna avê hatibû qaqa reş rê ji trafîkê re birî û şaredarîyê protesto kirin.

Xelkê taxê konteynirên çopê kişandin li ser rê û rê ji trafîkê re birîn.Piştî bûyera ku pêk hat re polês hatin cihê bûyerê û rê ji trafîkê re vekirin.Xelkê taxê yê ku xwepêşan li dar dixistin teleb kirin da ku kesên rayedar werin cihê bûyerê.Polêsan her çi qas di warê belavbûnê de hişyarî dabin girsê jî girse belav nebû û li bazara taxê kom bûn.

Xelkê taxê pirsgirêka avê bi çepikan protesto kir. Nîştecihên taxê diyar kirin ev pirsgirêk her roj derdikeve û ew her çi qas kesên rayedar gerîyabin jî tu kes bi vê yekê eleqedar nebûye.

Nîştecih her wiha diyar kirin heta berî vê çend rojan jî rojê 3 seat ava wan diherikî lê ev bû çend roj qet nayê û ew jî ji ber vê yekê paqijiya xwe ji naçarî bi ava hazir dikin.

Polêsan her çiqas xwest ku komê belav bike jî bi ser neketin.Kom piştî demekê hat îqnakirin û çend kes ji bo bi kesên rayedar hevdîtinê bikin  çûn ba kesên rayedar û girse jî bi vî awayî belav bû.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.