Xewa Li Ser Banî Bû Sedema Mirinê

Xewa Li Ser Banî Bû Sedema Mirinê

Li welêt ji ber germa zêde, li hin deveran welatî li ser banî radizên. Îsal li merkez û navçeyên Mêrdînê 13 welatî ji ber razana li ser banî can dan.

Li herêma başûrê rojhilat ji ber germa zêde li hin deveran welatî li ser banîyên xwe radizên. Îsal ji ber razana li ser banî 13 kesan can dan.

Li herêmê di havînan de razana li hundirê malan, ji ber germê hema bêje ne mumkun e. Ji lew welatî li ser xaniyên xwe razana li ser sederan tercîh dikin. Ev tercîh jî carna dibin sedema qezayan.

Îsal li merkez û navçeyên Mêrdînê, ji ber razana li ser xaniyan, 13 kesan can dan. Par 23 kes ji ser banî ketibûn xwarê û can dabûn.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.