
“Xeyalên me jî hebûn”
Zarokên malbatên ku ji ber qedexeya derketina derve ya Şerbexê ji navenda bejêr mecbûr mabûn derketibûn û li Gêndê Milgaşantiyê sitirîbûn diyar kirin ku êdî bêhna wan teng bûye û dixwazin ku dagerin malên xwe.
Li Şernexê qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Adarê pê ve destpêkiribû hêj jî didome. Ji ber pevçûnên ku li bajêr diqewime bi hezaran avahî texrîb bûne.
Zarokên ku bi malbatên xwe re 3 meh berê li Gundê Milgaşantiyê sitirîbûn û di nav konan de dijîn xeyal dikin ku dagerin malên xwe. Zarokên ku 3 meh e nikarin biçin dibistanê ji ÎLKHAyê re qala pirsgirêkên xwe kirin.
“Dê îd were; em dixwazin kinc û şekir bistînin lê qey dê em nestînin”
Gulşen Batmaza xwendekara pola 6 emîn diyar kir malbatên ku zengîn bûn çûn Mêrsînê lê ji ber ku rewşa wan xirab bû ev li gund sitirîn û di nav konan de jiyan. Dûvre Batmaz wiha axavtina xwe domand: “3 meh e ku li Şernexê qedexeya derketina derve heye. Em jî hatin vir. Kesên ku zengîn bûn çûn Mêrsînê û li wir mal kirêkirin. Ji ber ku rewşa me xirab bû em hatin vir û me li vir dest bi jiyana xwe kir. Em ji dibistanên xwe veqetan. Em neketin ezmûnan. Ji bo telafiya dersên me qurs hebû lê me nekarî em biçin. Em jî dixwazin bixwînin. Xeyalên me jî hebûn. Dê me bixwenda û em dê bûbûna tixtor. Lê me nekarî bixwînin. Me bêriya mamoste û hevalên xwe kiriye. Em li vir zehmetiya ava vexwarinê dikêşin. Em jî dixwazin bibin wekê hevalên xwe. Em jî dixwazin xwedî derfet bibin. Dê îd were; em dixwazin kinc û şekir bistînin lê qey dê em nestînin.”
“Barê di nav konan de li ser milên me zarokan e”
Helîn Batmaz diyar kir ku pirsgirêka wan a avê heye. Dûvre Batmaz wiha ragihand: “Em ji Şernexê hatin. Em li Milgaşantiyê di nav konan de dijîn. Li Şernexê qedexeya derketina derve heye. Li vir pirsgirêka me ya avê heye. Em ji çem av tînin. Em ji perwerdehiya xwe dûr ketin. Dema ku em hatin vir em kêfxweş bûn kê dê em biçin dibistanê. Lê em neçûn. Barê di nav konan de li ser milên me zarokan e. Meha Remezanê jî hat. malbatên me jî nizanin gelo dê çi bikin.”
“Di konan de bi roj germ bi şev jî sar e”
Ji zarokan Delal Surgut wiha axivî: “Em ji Şernexê hatin vir û em mecbûr man li vir dijîn. Di konan de bi roj germ bi şev jî sar e. Derek tune ku em bilîzin. Min bêriya mamosteyên xwe kiriye. Tu kes li vir xwedî li me dernakeve. Em dixwazin ku demildest vegerin malên xwe.”
İLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.