​Xwedî dozê ku bi sîyaseta xwe ji teref herkesî ve dihat hezkirin: Mehmet Yavuz

​Xwedî dozê ku bi sîyaseta xwe ji teref herkesî ve dihat hezkirin: Mehmet Yavuz

Mehmet Yavuz'ê, bi sîyaseta ku li HUDA PAR'ê kiribû ji teref herkesî ve dihat hezkirin, heta dawîya jiyana xwe derdê mirovayî û ummetê ji xwe re kiribû derd, selvegera 3'yemîn a wefata xwe de bi rehmet û minet tê yadkirin.

Li ser wefata Mehmet Yavuz'ê ku di 9'ê tebaxa 2019'an de li Nexweşxaneya Onkolojî ya Zanîngeha Dîcle'yê de tedawî didît 3 sal derbûs bûn.

Yavuz di sala 1973'yan de li Kahta'ya Semsûr'ê hat dinyayê, dibistana 'ewil, navîn û lîseyê li Kahta'yê xwend. Dû re ji Zanîngeha Konya Selçuklu'yê mezûn bû. Piştî ku mezûn bû demekê mamostetî kir.

İşkence û zindan

Yavuz di sala 2000'î de bi kumpasan hat girtin û nezî 2 salan jiyana zindanê kişand.

Hîkmet Seçîlmîş'ê hevalê Mehmet Yavuz'ê yê 25 salan û dostê wî yê girtîgehê, bal kişand ku qansera ku bûbû sedema wefata Yavuz di işkenceyên pêvajoya girtîgehê de destpêkir.

Seçîlmîş îfade kir ku, "Piştî işkenceyan dest bi bikaranînê derman kir. Piştî wê di gurçikên wî de nerihetî dest pê kir. Ev nerihetîya wî dû re dewam kir. Li gorî doxtoran ev nexweşî ji ber derbên giran ên ku di binçavkirinê de dîtîye û ji sermayê derketiye."

Yavuz nezî 2 salan di girtîgehê de ma, dû re jî li Riha'yê fêrgeheke taybet de mamostetî û rayedartî kir.


Di sala 2014'an de beşdarê sîyasetê bû

Yavuzê ku di rojnameya Dogruhaber'ê de nivîskar bû di sala 2014'an de dest bi sîyasetê kir. Yavuz'ê ku ji Serokê partîyê re wekîltî kir, Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partîyê ya HUDA PAR'ê jî kir.

Mehmet Yavuz'ê ku xwedî nasnameyek ronakbîrekî dilnizm bû û xwedî doz bû, pir tiştan di jiyana xwe ya 46 salan de bi cih kir. Yavuz'ê ku bi kesayetîya xwe ya sîyasî, rihê xwe yî têkoşer û bi xîtabeta xwe tesîr li ser sed hezaran kesî hişt, di dîroka sîyaseta Tirkiyê de xwedî cihek bêhempa bû.

Ji bo Tirkiye, umeta Îslam'ê, mirovahiyetê û doza xwe re wê hê pir bixebitî ya, lê teqdîr-a îlahî werê minasib dît û di 46 saliya xwe de rehmet kir. Di vê jiyana xwe ya kinikî de pir 'emelên xweş, xizmetên pir bi xêr kir.

Yavuz di sala 2014'an de bi HUDA PAR'ê dest bi siyasetê kir û demekê wezîfeya Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê kir. Yavuz di pêvajoya vê wezîfeya xwe de bajar bi bajar, gund bi gund û bajarok bi bajarok gerîya û qala doza xwe kir û çû be kî derê jî li wê derê tesîreke payîdar dihişt.

Di Guhdaran de li meydan, konferansan, semîner, panel, zîyareta dikandaran yan jî rewanîya belaxeta wî yê li bernameyên TV yan, kûrayî ya mijarên wî û bi feraseta xwe her tim bandoreke mûspet kir.


Jiyaneke fedayîyê dozê

Ji bo ku partîya wî di qada sîyasî de xwiyakirî û bibandor be bi şev û rojan û bi fedakariyeke mezin dixebitî. Bi taybetî jî ji bo bigihêjin hişek sîyasî ji Şaxên Pîrek û Şaxên Xortên û endamên HUDA PAR'ê re her tim beşdarî semîner, panel û civînan dibû. Ji bo serkeftîbûna HUDA PAR'ê, ji bo xelasbûna ummeta Îslamê û Misilmanên herêmê yên ji diltengî bûnê re pir hewl dida.

Mehmet Yavuz xwedî cîhanbînîyek pir rengîn û dewlemend bû, her tim Qur'an-a Kerîm dixwend û ji bo tetbîq kirina li ser jiyana xwe pir dişuxulî.

Di nava sîyaseta qirêj a Tirkiye'yê de bi qasidî HUDA PAR'ê sîyasetek pir paqij û dilpak dikir, bi şiara "Pêşî Însan, Pêşik 'Edalet" qiymetê dida mirova, Mehmet xoceyê ku ji bo pêşikî dana 'edaletê xîret dida, her tim gotina "gerek dînê dewletê 'edalet be" dinihurî, li ser iqtidar di bû hêmanê zextê.

Bi derdê dikandaran dert digirt, destê feqîr û hewcedaran bernedida, Mehmet xoceyê ku qedrê pîrek û îxtîyaran pir digirt, mamoste û xoceyê ê xort û zarokan bû.

Yavuz ji ber êşa qanserê di destpêka 2019'an de dest bi tedawîya nexweşîya xwe kir û nêzî 6 mehan li Diyarbekir'ê tedawîya qanserê dît ku du roj ji Îda Qurbanê re mabû ku şeva Înê derdora se'et 01.05'an de rehmet kir.


Bîranînan

Hevaldoz û nasên rehmetî hin bîranînên bal dikşand werê gotibûn:

Recaî Yurdan:

Rojekê ez û wî pêk ve çûn mala aramîyê da ku hal û wextên îxtîyar û pîran pirs bikin û destên wanan maç bikin. Wê wextî Remezan bû û em pêkve bi wesayîtekê çûn. Dema ku wesayît bi rê ket ji min re got ku ‘Kekê Ricaî! Divê ez peşik av vexwim, ez rica dikim tu dikarî pişta xwe bidî min.’ Nexweşîya gurçikan pê re hebû. Min jê re got, Kekê Mihemed ez li Stenbolê mezin bûm, ez hînî van tiştan bûme. Wî ji min re got, ger tu pişta li min nezivirîne ez qetîyen avê venaxwum.Min berê xwe da milê çapê, lê belê dilê wî rihet nebû û caketê xwe da ber devê xwe û qurtek av vexwar. Ez li wê derê ji edeba wî alî û mezin re bûm şahid.
Veysel Yavuz:

Dema ku di hepsê de bûn, dersa Rîsaleyî Nûr ji hevalên xwe re dikir û dibû wesîle ku sebr û ezma hevalên wî zêde bibe. Teblîxa Îslamî bi şiklê herî xweşik dikir.
"Mutleq ji Qur'an-a Kerîm rênîşan dida"

Îbrahîm Yavuzê lawê Mehmet Yavuz:

Ji ber ku xebata wî gelek bû me hevdû zêde nedidît. Nexasim dema ku di nav partîyê de dest bi wezîfê kir her tim li derva bû, nikaribû zêde wext ji me veqetîne. Lê belê dema ku li malê bû me nimêjên xwe bi cemaatî dikir û piştî nimêja sohbetê ji me re dikir. Me pêkve dersa mela û tefsîrê dikir. Rojekê dema ku ku ez dixebitîm meseleyeke min çêbû. Dema ku ez hatim malê pir qeherîbûm. Hetta min ji bavê xwe re gotibû ku ez dixwazin şer bikim. Bavê min ji ber vê yekê xemgîn bû û dû re ji Qur’anê ayetên derheqê hêrs û qeherînê de ji min re xwend.Ayeta 'Mumin ew in ku dikarin bi hêrsa xwe' da xwendin. Me pêkve li wê derê dersek kir û dû re ji min re got ku tu bi xwe qerara xwe bide. Bi gotineke din dema ku me derheqê mijarekê de pê re îstîşare dikir ji Qur’ana Kerîm rê nîşanî me dida.
Nivîskar Ayhan Aktan:

Merhûm Mehmet Yavuz însanekî pir bi qedr û qiymet bû û xwedî exlaqekî baş û xweşik bû. Xweda bereketê dixe 'emr û wextê hinek însanan. Min kitêbek amade kiribû ku ji ser çapa wî hêj mehek derbas nebibû ku rehmetî wê kitêbê di nav ew qas meşxale û xirecirê de di rêwîtîyê de xwendibû û notan girtibû.

Di pêvajoya dermankirinê de peyamên wî yên dawî

Mehmet Yavuz Xoce bi exlaqê xwe yî xweşik her tim ji derûdorê xwe re bûbû mînakek baş. Di pêvajoya nexweşîya xwe de her tim xwe dispart Xwedê û serê xwe ji teqdîr-a Xweda re ditewand.

Yavuz'ê ku ji ber tedawiya kemoterapiyê doxtoran destûr nedidan ku kesek wî bibînin, piştî ku hezkiriyên wî her tim rewşa wî pirsîn, peyamek dengê tomar kir.

Yavuz di peyama xwe de diyar kir ku xwe nêzî axretê dibîne û dewama wê de şîretan kir: "Xweda dide jî û distîne jî. Lazim e di dema dayînê de ji Xweda re şikir bikin û di standinê de jî sebrê bikin. Ew Rebbê me ye. Ew çi îmtîhanê dabe me di wê îmtîhanê de ji bo me rehmetek veşartiye. Sebir bikin."

Yavuz dêhn kişand ku ev tiştên dibîne îmtîhaneke û werê dewam kir gotina xwe, "Kemoterapî dibînim. Ez qet ji malê dernakevim. Doxtoran eger ne pir muhîm be zîyaretan qedexe kirine. Kes jî nayê malê. Ez li malê me, Qur'an'ê dixwînim, giranîyê da me 'îbadetan. Ya! Mehmet Yavuz her roj diçû 2-3 cîha, aniha ev 2-3 meha bi tena serê xwe li malê ye. Îmtîhan werê ye. Xweda dide jî û distîne jî. Lazim e di dema dayînê de ji Xweda re şikir bikin û di standinê de jî sebir bikin. Ew Rebbê me ye. Ew çi îmtîhanê dabe me di wê îmtîhanê de ji bo me rehmetek veşartiye. Sebir bikin"

Yavuz'ê ku ayetên tên wateya "Xwedê bisebirkera ye", "Xwedê sebirkera hezdike", "Sebirkeran bi cennetê mizgîn bike" parvedikir û van îfadeyan bikar anî, "Xweda sebr kirina me zêde bike. Neke ji kesê bêsebran. Ji 'îbadetê xwe re dewam, îxlasê re dewam, ji başiyên bêgerew re dewam, ji sebir kirina mirovên nankor re dewam."

Yavuz diyar kir ku ev kirinên me ji bo Xweda ye û gotinê xwe werê domand, "Em ji bo Xwedê tiştna dikin. Ew dizane. Kes nizanibe jî dibe."

Di dawî de Yavuz bi Tirkî, Kurmancî û Kirmanckî bi gotina "Emanetî Xweda bin" xatir xwest, şitexaliya xwe bi silavê qedand. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler