Xwendevan û mezinên wan perwerdehîya tevlihev naxwazin

Xwendevan û mezinên wan perwerdehîya tevlihev naxwazin

Her weke ku tê zanîn Egîtîm Sen ji ber ku li Mekteba Îmam Xatîba Namik Kemalê law û qîz ji hev cuda perwerdehîyê dibînin daxuyanîya çapemenîyê dabû û rewşê protesto kiribû. Xwandevanên heman mektebê û malbatên wan ji Egîtîm Senê re bertek nîşan dan.

Egîtîm Sen ji ber ku li Mekteba Îmam Xatîba Namik Kemalê law û qîz ji hev cuda perwerdehîyê dibînin daxuyanîya çapemenîyê dabû û rewşê protesto kiribû. Xwandevanên heman mektebê û malbatên wan li ber derîyê mektebe li hev civîyan û ji Egîtîm Senê re bertek nişan dan.

Her weke ku tê zanîn komeke ku endamê Egîtîm Senê bûn, 11ê mijdarê roja çarşemê xwestibûn li ber Mekteba Îmam Xatîba Namik Kemalê bicivin û qerara perwerdehîya cuda ya law û qîzan protesto bikin. Lê bele xwendevanên mektebê bertek nîşanî komê dabûn û kom mecbur mabû ku ji ber avahîya mektebe bivekete.

Malbatên xwendevanan piştî ji rewşê agahdar bûn hatin mektebê û bi midûrê mektebê re hevdîtin kirin. Malbat ji midûr re teşekkur kirin û jê re piştgirîyên xwe anîn ziman.

Her wiha xwendevanan destnîşan kirin mîna wan dê û bavê wan jî ji perwerdehîya cuda memnûn in û ev yek dibe wesîl e ku ew di dersen xwe de serfiraz bibin.

 “Ji hevdû cudabûn ji me re bixêrtir e”

Beyzanûr Uçdaga ku xwendevanê mektebê ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li gor min li vê mektebe divê law û qîz ji hev cuda bin. Lewra ji ber ku ev mekteb mekteba Îmam Xatîbê ye û her wiha dema ku qîz û law ji hev cuda bin çêtir dixebitin. Ji ber van sedeman divê perwerdehî li vê mektebê ji hev cuda were dayîn.Daxwazya min ev e ku law û qîz cuda bin.Dema ku wiha be ders xweştir tên dayîn û fêrkririn.”

Semanûr Demîrel jî di derbarê mijarê de destnîşan kir li gor îslamê perwerdehî dîtina yên law û qîzan li cem hevdu ne munasîb e û wiha pê de çû: “Hinek mamosteyên me daxwaz dikin ku law û qîz li ba hevdû ango tevlîhev perwerdehîyê bibînin. Em vê qet qebûl nakin.Em di vê mijarê de piştgirîyê didin midûrê mektebê. Ji hevdu cudabûn  ji me re bixêrtir e.”

 “Ew bi çi heqî mudaxeleyî van mektebên Îmam Xatîbê yên  ku zarokên xwe naşînin dikin”

 Hamza Înce, Berat Demîr, Yunus Emre Koyuncu û xwendevanên din ên ku li heman mektebê dixwnînin di derbarê mijarê de destnîşan kir ew li wan polên ku law û qîz tevlîhev in de naxwazin bixwînin û ji ber ku ew misliman in divê  di navbera wan  û qîzan de mesafe hebe.

 Mehmet Erkuşê ku him welî ye û him jî endamê Yekîtîya Malbatê ya Dibistina Navîn a Îmam Xatîba Namik Kemalê ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em zarokên dişînin Îmam Xatîbê da ku exlaqa îslamê hîn bibin û îslamê bijîn. Em naxwazin law û qîz tevde di heman polê de perwerdehîyê bibînin. Em li dijî wê tahrîqa Egîtîm Senê ne.Ew kes him zarokên xwe naşînin van mekteban û him jî mudaxeleyî van mekteban dikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.