Xwendevanên Zanîngeha Firatê ji êrîşa ku li ODTUyê hatibû kirin re bertek nîşan dan
Platforma Ciwanîya Îslamî ya Zanîngeha Firatê, êrîşa ku li ODTUyê ji teref xwendevanên çepgir ve li xwendevanên ku nimêj dikin hatibû kirin şermezar kirin.
Ji ber ku xwendevanên çepgir ên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) êrîş li xwendevanên ku nimêj dikin kiribûn ji her derê welêt bertek didomin. Xwendevanên Platforma Ciwanîya Îslamî ya Zanîngeha Firatê meşek li dar xistin û êrîşa ku li ODTUyê hatibû kirin şermezar kirin.
Di meşê de tim û tim sloganên “Selam Ji Civaka Mescîda ODTUyê Re” û “Selam Ji Mistez’efên Li Ser Rûyê Dinê Re” hatin avêtin.
Piştî meşê li ser navê platformê Fatîh Bakir daxuyanî da. Bakir wiha diyar kir: “Çeteyên ODTUyê, Zanîngeha Suleyman Demîrel, Zanîngeha Alparslan a Mûşê û Zanîngeha Osman Gazî yê Eskîşehîrê de heşidîne û xwe wek xwediyê zanîngehên ku tê de dixwînin dibînin her wiha ji ruhê vê welatê bêxeberin. Ev çeteyên hanê di van rojên dawî de erîş li xwendevanên ku nimêj dikin û bi derdê mihaciran re hemhal dibin, standên ku ji bo xwendevanan saz dikin kirine û hinek birayên me jî dane ber derban.”
Bakir daxuyaniyê wiha domand: “Xwendevanên misliman, dê kesên ku hewl didin û dixwazin li ser hinek zanîngehan ve provaqasyonan derxînin mexlûb bikin. Armanca wan bes ew e ku em bertek nîşanî wan bidin û wan tehqîr bikin. Lê nizanin ku misliman ehlê feraset û besîretê ne.”
Bakir diyar kir ku xwendevan dê li hemû zanîngehan karûbarên xwe bidomînin. Dûvre Bakir wiha axavtina xwe domand: “Em ji vir bang li kesên ku êrîş li ciwanên ku nimêj dikin û stand vedikin dikin; dibe ku hûn bê bawerî, bêhest û xwediyê dinyayê din bibin. Em we fêm dikin. Lê em dixwazin bînin bîra we ku di vî welatî de ji kesên ku destê xwe dirêjê nimêj û azanê dikin re dibêjin gawir. Di vî welatî de tu kes nikare ji mislimanan re gawirtî bike. Ciwanên misliman dê faalîyetê xwe yên wek eda kirina nimêjê, vekirina stand û daxwaziya vekirina mescîdan bidomînin. Bila çeteyên êrîşger ji bîr nekin ku bi van êrîşan nikarin me yek gav jî ji baweriya me dûr bixin. Wek xwendevanên Zanîngeha Firatê em diyar dikin ku em di taybet de li cem hemû birayê xwe yên li Enqere, Isparta, Mûş û Eskîşehîrê ne û her wiha bang li wan kesên bêbawerî dikin ku werin tobe bikin.”
Piştî daxuyaniyê xwendevan bi şiklekî kereker belav bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.