Yapicioglu: 6 û 7ê cotmehê projeya qetlîamekî mezin bû

Yapicioglu: 6 û 7ê cotmehê projeya qetlîamekî mezin bû

Nemzetê parlementere Azad Zekerîya Yapicioglu ya ku HUDA PARê piştgirîye didiye di vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Baglarê de destnîşan kir ku 6 û 7ê cotmehê projeya qetlîamekî mezin bû.

Namzetê xweser a Amedê  Zekerîya Yapicioglu ya  ku HUDA PARê piştgirî û destek didiyê di vekirina buroya hilbijartinê de êrîşên ku bi hineceta Kobanê li Amedê qewimîn bi bîr anî û diyar kir ku ew bûyerên ku di 6 û 7ê cotmehê de qewimîn projeya qetlîamekî mezin bû.

 Namzetê Azad di vekirina buroya hilbijartinê de wiha ragihand:  Ew bûyerên ku di 6 û 7ê cotmehê de senaryoyek hat nivîsîn û ji hinek kesan rol û wezîfe hat dayîn. Bi awayî  plana qetlîamekî mezin kirin  ku  Xwedayê Teala lîstik û planên wan kesan xera kir.

“Ew dikan û erebeyên ku we şewitand, ew xortên ku we qetil kir ma ne kurd bûn? “

Yapicioglu her wiha ragihand: Divê berî her tiştî ew kesên ku dibêjin em ji fêdeya vî gelî re dixebitin divê ciwanan  hevdu nedin kûştin. Milet hemû tiştî dibene. Piştî wê qetlîamê hin kes bi şiklekî kelegirî derketin û gotin ku ‘Me nexwastibû ku şîdet çêbibe, kûştin bibe, dikan werin şewitandin û şelandin’ Lê bele demeke şunda dîsa ew kes derketin meydanê û ji van bûyeran re gotin ku ‘ Serhildana biihtişam.’ Ji bo kî û li  hemberî kî serhildan? Ew dikan û erebeyên ku we şewitand ma ne yên kurdan bûn? Ew xortên ku we qetil kir ma ne kurd bûn? ew kesên nêzî 50î ku hûn bûn sedema mirina wan ma ne kurd bûn? Heger hûn birastî jî xizmetkarê vî gelî bin milet bi hevdu nedin kûştin, nebin maşika lîstik û planên dewletê”

Piştî axavtina Yapicioglu, serokê bajaroka Baglar a HUDA PARê Mehmet Beşîr Çelîk destnîşan kir ku navê “Şehîd Hasan” dane buroya hilbijartinê . (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.