Yapicioglû çû şîna malbata Nasiroglû

Yapicioglû çû şîna malbata Nasiroglû

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû çû şîna karsaz Necat Nasiroglûyê ku rojek berê jiyana xwe ji dest dabû û malbata wî ziyaret kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû bi heyeta pêre çû şîna karsazê xêrxwaz Necat Nasiroglûyê ku di mala xwe de qeyrana dil derbas kir. 

Digel Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû, Alîkarên Serokê Giştî, endamên GÎKê û Serokbajarê HUDA PARê yê Êlihê û partîxwaz beşdarî şînê bûn.

Ji bo şînê Yapicioglû û heyeta HUDA PARê çûn Salona Dîvaya ku li taxa Korikê ye û ji teref mensûbên malbata Nasiroglû ve hatin pêşwazîkirin.

Yapicioglû ji bo merhûm Necat Nasrîoglû ji Xwedê rehmet û ji bo malbata wî û xizmên wî  sebir xwest. Piştî ziyareta şînê Yapicioglû derbasî Serokatiya Bajêr bûn.

ÎLKHA




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.