Yapicioglu ji bo biranîna Yasîn Boru goştê qurbanê belavê malbatên Kobanîyî kir
DİYARBEKİR - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji bo bîranîna Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-7ê Cotmehê de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin li malbatên Kobanîyî yên ku koçê Diyarbekirê kiriye goştê qurbanê belav kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bergeha qampanyaya ‘Yasîn belavkirina goştê qurbanê didomînin’ de li malbatên Kobanîyî yên ku ji ber şerên navxweyî ji welatên xwe koç kirine goştê qurbanê belav kir.
Yapicioglu û lijneya pê re ya ku çûn dera jerjîkirina qurbanan cil û bergên ku wêneyên Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Rîyat Guneş û Hasan Gokgozê li Diyarbekirê bi hinceta bûyerên Kobanê ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin li xwe kirin û poşetên ku goştê qurbanê tê de hebûn ji bo belavkirinê hilgirtin.
Yapiciogluyê ku çû Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinara Diyarbekirê piraniyê wê Kobanîyî bi tevahî li 9 malbatan goştê qurbanê belav kir. Yapicioglu anî bibîranîn ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de li Diyarbekirê bi hinceta Kobanê bûyer qewimîn.
Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “2 sal berê bi hinceta Kobanê Diyarbekir tevlêhev kirin. Gelek Însan mirin. Ji wan yekî jî Yasîn Boru bû. Wan jî goştê qurbanê belav dikirin. Malbatên ku wan goşt li wan belav dikirin jî ji Konbanê, Hesekê hatibûn. PKKyî wan qetil kirin. Me jî got madem ew şehîd bûn em jî dê ji bo bîranîna wan goşt belav bikin.”
Yapicioglu mala Muhammed Cercanaziyê endazyarê ceyranê yê ku ji Hamayê hatibû li Diyarbekirê sitirîbû ziyaret kir. Yapicioglu diyar kir ku di bûyerên Sûrî de fitne heye. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda deriyên xêrê veke. Ji bo ku ev musîbet demildest xelas bibe dua dikin. Di van rojên mibarek de înşaellah dê em duayên xwe zêde bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.