Yapicioglu, ji mirovên ku di felaketa lehîyê de wefat kirine re peyama şînê şîyand

Yapicioglu, ji mirovên ku di felaketa lehîyê de wefat kirine re peyama şînê şîyand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo welatîyên ku di lehîya Stenbol û Kirklarelîyê de wefat kiribûn peyameke şînê parve kir.

Yapicioglu, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir û di peyama xwe de weha got:

“Ez ji Xwedê Teala ji bo welatîyên me yên ku di lehîya Stenbol û Kirklarelîyê de wefat kirine daxwazîya rehmê dikim, ji malbat û xizneyên wan re sersaxî û sebrê daxwaz dikim.”

Yapiciogluyê ku ji bo welatîyên di felaketa lehî û rabûna avê de tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasîyê teqdîm kir weha got, “Daxwazîya me ya ji Xwedê ev e ku bira hejmarê mirîyan zêde nebe. Divê hemû tedbîrên di warê bicîhanîtina lazimatî û mexdûrîyetên di çarçoveya ewlehîya can û malê de ya welatîyan heta ku dereng nebe bira bê girtin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.