Yapicioğlu: Pirsgirêka kurd daketinî pirsgirêka PKKê nabe
Serokê giştî yê HUDA PARê Yapicioglu îfade kir ku li Tirkiyê Pirsgirêka Kurd heye û divê bê çareserkirin û got ku Pirsgirêka Kurd daketinî pirsgirêka PKKê nabe.
Serokê giştî yê Partiya Doza Azad HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu gotina serokomar Recep Tayyip Erdogan a “Pirsgirêka Kurd Qediyaye” nirxand û weha got: “Em dibêjin ev gotin ne rast e. Pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêkeke acîl e ku divê mitleq bê çareserkirin.”
Yapicioglu destnîşan kir ku Pirsgirêka Kurd daketinî pirsgirêka PKKyê nabe, mesela Kurd ne mesela PKKê ye, û wiha dewam kir: “Hêlên civakî, psîkolojîk û aborî yên vê meseleyê hene û vê meseleyê bi PKKê jî dest pê nekiriye. Pirsgirêkek e ku rehên wê bêtir bi paş de diçe. Meseleke ku ji paradigmaya dewleta netewe qewimiye û pirsgirêkeke ji ber wê ye.”
Ger Pirsgirêka Kurd tune be, çima pêvajoya çareseriyê heye?
Yapicioglu gotinên serokomar ên dewra serokwezîrtiyê de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Di 2005an de gava ku Erdogan serokwezîr bû, di xeberdaneke xwe ya li Amedê de gotibû ‘Pirsgirêka Kurd heye. Ev pirsgirêk pirsgirêka me ye. Em ê wê çareser bikin. Eger di paş de xeta hatibin kirin jî, wek hewcetiya dewletbûneke mezin, divê ev xeta bên qebûlkirin û careke din dubare nebin’ çend roj berê jî di axaftina xwe de ‘Problemên her etnîkê hene ku xasî wan in. Çi pirsgirêka Kurd birayê min! Pirsgirêkeke weha tune ye.’ derket. Lê pir kesan îcar pirsî bê ew çax ji 2013an vir ve pêvajoya çareseriyê çima hatiye destpêkirin. Lê gelek kes vêya nabêjin: Cenabê serokomar beriya Hezîrana 2011ê li Mûşê di daxuyaniya xwe de heman hevokên xwe dubare kiribû.
Li wir jî weha gotibû: Li vî welatî ji bo min pirsgirêka Kurd qediyaye. Problema hemwelatiyên min ên kurd ên vî welatî heye. Lê tiştekî wek Pirsgirêka Kurd tune ye.”
“Nêzî 200 salî ye ku li vî welatî Pirsgirêka Kurd heye”
Yapicioglu da zanîn ku pirsgirêka li Tirkiyê ne tenê pirsgirêka PKKê ye û weha îfade kir: “Li vî welatî mesele ne tenê ya PKKê ye. PKK pirsgirêka Kurd derneanîye û ew bi xwe ne pirsgirêka Kurd e. Tam vajîyê wê pirsgirêka Kurd PKK deranîye. Nêzî 200 salî ye ku li vî welatî pirsgirêka Kurd heye. Bi Cimhûriyetê ev pirsgirêk gelekî gûr bûye, gelek êş hatine dîtin û di encama vê mesele û pirsgirêkê de ji ber zulm û bêedaletiyên qewimîne, rêxistina PKKê derketiye. PKK ne sebebek e, lê netîceyek e. Ji lew hikûmet dibêje: Eger em PKKê bêçek bikin, bi awayekî ji dewrê derxin, ew ê pirsgirêk yekcar biqede.”
“Pirsgirêka Kurd meseleke ku divê acîl bê çareserkirin”
Serokê giştî yê HUDA PARê Yapicioglu destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd meseleke ku divê bil lezgînî û acîl bê çareserkirin û weha bê lêv kir: “Li gorî îddîaya me, ger PKKê yekser ji dewrê derxin, heta tasfiye bikin, orgut û rêxistinê temamî bi dewletê ve girê bidin, têxin xizmeta dewletê û eger pirsgêrikin din çareser nekin, ew ê pirsgirêka Kurd berdewam be û ew ê pirsgirêk nehatibe çareserkirin. Ji ber vê yekê gotina birêz serokomar a ‘Pirsgirêka Kurd qediyaye, me ev îş çareser kir’ ji me re xerîb nehatiye. Lê em nabên ev gotin rast e. Pirsgirêka Kurd heye û pirsgirêkeke lezgîn û acîl e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.