Yekgirtû: Me bersiva PDK`ê daye û em li benda bersiva wan in
Berpirsên Yekgirtûya Îslamî Kurdistan radighînin ku ev nivîsa roja 25 Sibata 2012`an ji aliyê Nêçîrvan Barzanî hat belavkirin derbarê dahatûyê têkiliyên navbera PDK`ê û Yekgirtû, zemînesaziyeke başe bo destpêkirina gotûbêjan dinavbera Yekgirtû û PDK`ê de.
Berpirsên Yekgirtûya Îslamî Kurdistan radighînin ku ev nivîsa roja 25 Sibata 2012`an ji aliyê Nêçîrvan Barzanî hat belavkirin derbarê dahatûyê têkiliyên navbera PDK`ê û Yekgirtû, zemînesaziyeke başe bo destpêkirina gotûbêjan dinavbera Yekgirtû û PDK`ê de.
Nêçîrvan Barzanî di roja 25`î Sibata 2012`an de nivîsek di rojnameya (Hewlêr) de belavkir û tê de nivîsî "baweriyeke min ya tam heye ku zû yan dereng wê têkiliyên navbera Partiya Demokrata Kurdistan û Yekgirtû Îslamî Kurdistan vegerin rewşa xwe ya normal, loma pêwîste em zû vê rewşa niha ya aloz û tevlihev biterikînin."
Berdevkê Yekgirtû Îslamî Kurdistan, Selahedîn Babekir derbarê nivîsa Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dibêje em vê "pozetîv" dinirxînin. Wî ev weke pêngaveke "guncayî" jî dît bo destpêkirina çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha got "em hêvîdarin ku ev peyam bibe kiryar û li ser erdê jî bê pêkanîn."
Berdevkê Yekgirtû: Me peyama kek Nêçîrvan Barzanî fêm kir
Selahedîn Babekir di dirêjahiya daxuyaniya xwe ya ji bo (Rûdaw) dibêje " Me peyama kek Nêçîrvan Barzanî fêm kir û PDK`ê peyama Yekgirtû fêm kiriye. Ji ber dema em dibêjin ev pêngaveke guncaye bo çareserkirina pirsgirêkan, wate ramana vê rone û nameya me gihaye aliyê din (PDK)." Vî herwiha got "kek Nêçîrvan peyamek şand û me jî bersîva peyama wî da. Niha gera PDK`ê ye ku ew jî bersîva peyama me bide."
Berdevkê Yekgirtû behsa peyama wan bo PDK`ê şandî dike û dibêje "mebesta me ji peyaman destpêkirina gotûbêjane. Herwiha avahiyê Melbendê Yekgirtû li Duhokê ku hêşta di destê Asayişê de ye, ew jî bila bê teslîm kirin û rewş normal bibe."
Berpirsê Têkiliyên Kurdistanî û Îraqî yên Partiya Demokrata Kurdistanê, Ehmed Kanî bo (Rûdaw) got "Yekgirtû daxwaz nekiriye ku buroya wan li Duhokê bê teslîm kirin. Ji xwe buroya wan a li Duhokê nehatiye bindestkirin û her dema ew daxwaz bikin wê ji wan re bê vegerandin."
Lê li gor gotina Berpirsê Melbendê Yekgirtû li Duhokê, Gazî Seîd ku di daxuyaniyekê de bo (Rûdaw) di hijmara borî de hat belavkirin, got wan doza buroya xwe dikin, lê desthilat neamadeye bide wan. Wî herwiha got eger ev tişt bêtir dereng bimîne ewê berê xwe bidin dadgeh û xwepîşandan. Ji ber ku avahî milkê wane.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a nivîsa xwe de dinivîse "bûyerên Zaxo û Duhok ne tiştekî wisane ku bikarin van du aliyên ji hev qut bikin." Herwiha dibêje "em dema armancên mezinên gelê xwe danin ber çavan, dibînin ku ti hêncetek nîne bo berdewambûna rewşa tevlihev û aloz. Lê divê hemû alî hewl bidin zû van şertûmercên nenormal çareser bikin û d erbas bikin. Ji ber ku erkên gelek mezintir li pêşiya mene."
Endamê Serkirdayetiya PDK`ê, Ehmed Kanî derbarê encamdana civînê ligel Yekgirtû û gelo PDK niha amadeye bo vê civînê got "PDK her ji destpêkê amadebû bo civîna ligel Yekgirtû û niha jî amadeye." Wî herwiha got "niha ji aliyê PDK û hem ji aliyê birayên Yekgirtû jî rewşeke guncayî heye ku em dest bi civînan bikin."
Helbet bi sedema bûyerên 2`î Kanûna 2011`an ên devera Behdînan ku têde ji bilî şewitandina çend dikanên meyfiroşî û ciyên turizmê, herwiha çend buroyên Yekgirtû jî hatin şewitandin, tevlihevî ket nava herdû aliyên (PDK û Yekgirtû).
Berpirsên herdu aliyan di daxuyaniyên xwe de hertim dakokiyê ser civîn û gotûbêjan dikin. Lê wan heta niha axaftinên xwe negihandine qunaxê cîbicîkirinê. Berpirsên Yekgirtû dibînin ku miorv dikare nivîsa Nêçîrvan Barzanî weke destpêkekê temaşe bike bo destpêkirina danûstanên navbera PDK`ê û Yekgirtû de.
Endamê Polûtburoya Yekgirtû Îslamî Kurdistan, Mewlûd Bawemurad di vê derbarê de bo (Rûdaw) got "PDK`ê û Yekgirtû heta niha li deriyê hevdu nexistine bo encamdana civînê. Lê nivîsa kek Nêçîrvan bêhna civînê jê tê. Ev gotinên Nêçîrvan Barzanî destpêxerîne û bi kêmanî xwe amadekirineke bo gotûbêjan derbarê rûniştinan."
Mewlûd Bawemurad bersîva Yekgirtû weke gotûbêjeke nerasterasta navbera PDK`ê û Yekgirtî qebûl dike û dibêje "divê ev gotûbêjên nerasterast bi şêweyekê bibin gotûbêjên rasterast. Herdu alî jî divê zemîneyekê saz bikin ka civîn çawa be û li ku be." Vî Endamê Polîtburoya Yekgirtû herwiha got "me dema civînê diyarnekiriye, dema civînê cem kek Nêçîrvane ku wî destpêşxerî kiriye."
Herwiha Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî Kurdistan, Dr. Musenna Emîn ku weke tundtirîn Endamê Serkirdayetiya Yekgirtû dihat dîtin piştî van bûyeran û bûyerên 17`Sibatê, got "Nêçîrvan Barzanî hertim rewşeke balansê afirandiye. Roleke wî ya girîng heye di vebûna bi rûyê tevaya aliyên siyasî de." Vî herwiha got "ev nivîsa kek Nêçîrvan zemîne xweşkirine bo bihevre rûniştina PDK`ê û Yekgirtû û hêviyeke baş dide herdu aliyan. Lê pêwîste ev nivîs bibe kiryar." (Rudaw)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.