Yekîtiya aliman yekîtiya civakê ye

Yekîtiya aliman yekîtiya civakê ye

DİYARBEKİR - Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîk di derbarê ‘Hevdîtina 2yemîn a Alimên Kurdistanê’ ya ku dê sibe bê kirin de nirxandinan kir.Şenlîk di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Yekîtiya aliman yekîtiya civakê ye.”

“Ev civîn hevdîtina alimên ku dê ji 4 parçeyên Kurdistanê bên e”

Şenlîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir temamê aliman dê li Kurdistanê karibin di warê ilmî de fikrên xwe bînin ziman û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Yektiya Alim û Medreseyan  roja şemîyê dê civîna xwe giştî ya duyemîn tertîp bikin.Civînên mehane û sê mehan carekê hene .Ev civîn him heremî û him  jî mehelî tên kirin. Ev civîn hevdîtina alimên ku dê ji 4 parçeyên Kurdistanê bên e. Temamê aliman dê li Kurdistanê karibin di warê ilmî de fikrên xwe bînin ziman.”

Şenlîk di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir pêwîst e alim guh bidin Qur’an û sunnetê û werin bal hev û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji bo pêşiya fitneyan bê girtin divê alim bênavber werin bal hev û divê pêşî di nav xwe de alîkariya hev bikin.Dû re jî divê vê yekê di nav însanan de saz bikin.Ger alim werin bal hev dê problemên di nava civakê de çareser bibin.Lewra yekîtiya aliman yekîtiya civakê ye.”

Şenlîk di derbarê hevdîtina sibe de jî diyar kir ew ê gelek alim û akademisyen beşdarî civînê bibin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.