Yûsûfiyên Di Hepsan De
Çeteyên dewletê dı salên 90î de lı ser xelkê kurd zorbatıya xwe dımeşand. nexasım kesên dîndar bêdelîl dıhatın gırtın û pey îşkenceyên gıran, bı îfadeyên derew bı cezayên gıran dıhatın cezakırın. yek jı wan mustafa dayan e.
Şebekeyên qirêj yên dewletê di salên 90î de zorbatiyeke dijwar li ser xelkê kurd nexasim li ser kesên dîndar dimeşandin. Gelek ciwanên ku dersa Quranê didan, pey îşkenceyên giran bi îfadeyên derew, bi cezayên giran hatin cezakirin.
Yek ji wan Mustafa Dayanê xwendekarê Fakulteya Tibê ye ku ev serê 19 salaye di hepsan de ye. Malbata Dayan tu ma’neyê nadin ku kurê wan ê ku dersa Quranê daye, çima ewqas sal e di hepsan de ye.
Bav Sabrî Dayan beyan kir ku ew û kufleta wî bi şekir nexweş in. Dixwazin edalet bê kirin û neheqî li kurê wan neyê kirin.
Dêya Mustafa Dayan jî îfade kir ku ev 19 sal e ku ji bo dîtina kurê xwe diyar diyar geriyaye. Ji bo ku kurê wan Quranê hîn bibe û hîn bike şandine camiyê, dana dersa Quranê çawa dibe cezakî ewqas mezin.
Wekî tê zanîn berî niha bersûc û mehkûmên dozên Ergenekon û Balyoz û Kckê hatibûn berdan, lê mixabin muslumanên ku di bin îşkenceyan re derbas bûne, ji vê heqê tên mehrûmkirin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.