Zarokên biçûk pereyên ku berhevkirin bo feqîran bexşandin

Zarokên biçûk pereyên ku berhevkirin bo feqîran bexşandin

Zarokên ku li Yarım Elma Çocuk Kulübü dixwînin pereyên ku di kermesê de bo zarokên feqîr berhev kirin bexşandin Weqfa Kerwana Umûdê.

Li Esenyurta Stenbolê ji teref Yarım Elma Çocuk Kulübü ve bo zarokên feqîr kermesek hat tertîpkirin. Zarokên kulubê pereyên ku di kermesê de hatin berhevkirin  bo ji zarokên feqîr re bê belavkirin  ji Navenda Giştî ya Weqfa Kerwana Umûdê re bexşandin.

 Rayedarên kulubê û zarok ji teref Cemal Çinarê ku endamê lijneya mutewellî ya weqfê ye ve hatin pêşîwazîkirin. Çinar ji ber helwest û niyeta baş a zarokan spasîyên xwe anî zimên û ji wanan tebrîk kir û ji rayedarên Yarım Elma Çocuk Kulübü re teşekur kir.

ÎLKHA
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.