Zarokên Birîndar Ên Ğezzeyî

Zarokên Birîndar Ên Ğezzeyî

Ji zarokên ku di êrîşên Îsraîla sîyonîst ên 51 rojê de birîndar bûbûn 45 kes, ji bo tedawîyê şandin nexweşxaneyên Almanya û Awûstûralyayê.

45 zarokên ku di êrîşên Îsraîla xusran ên ku 51 rojan dewam kiribûn de birîndar bûbûn, ji bo tedawîyê ji Ğezzeyê şandin nexweşxaneyên Almanya û Awûstiralyayê.

Midûrê giştî yê Yekîtîya Diktor û Ecnaneyan a Fîlîstînê Celal Osman beyan kir ji ber ku zarokên Filistînî giran birîndar in û xizmetên tendurîstîyê li Filistînê kêm in, zarokên birîndar şandine nexweşxaneyên Almanya û Awûstûralyayê. Grûba ku ewil ji bo tedawîyê çû ew ê bi hevkarîya sazîyên civaka sivîl bên tedawîkirin û pêdivîyên wan bên peydekirin. Li herdû welatan jî ew ê zarok bi tenê nemînin.

Îsraîla sîyonîst di 7ê Temmûzê de ji hewayî û behrê ve, di 17ê Temmûzê de jî ji bejahîyê ve êrîşî Ğezzeyê kiribû. Êrîşan 51 rojê dewam kiribûn. Di êrîşan de 579ê wan zarok 2 hezar û 150 filistînî şehîd bûbûn, nêzî 11 hezar kes jî birîndar bûbûn.

çınarın sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.