Zarokên Cizîrî digel pevçûnan perwerdehiya dersa Qur’anê domandin

Zarokên Cizîrî digel pevçûnan perwerdehiya dersa Qur’anê domandin

Di navçeya Cizîra Şernexê ya ku 65 roj in qedexeya derketina derve didome de ji ber pevçûn û qedexeya derketina derve navenda navçeyê bûye kavil. Lê di gel vê yekê gelek zarokên ku di Taxa Nûrê de rûdinên perwerdehiya dersa Qur’anê domandin.

Di navçeya Cizîra Şernexê ya ku 65 roj in qedexeya derketina derve didome de di Taxa Nurê ya ku herî zêde pevçûn tê de diqewimin de nêzê 20 zarokên keç û kur di gel pevçûnên tûnd û teqînan perwerdehiya dersa Qur’anê domandin.

Ji ber pevçûnên ku di taxê de diqewimin nêzê 20 zarokan ji ber ku nedikarîna biçûna mizgeftê perwerdehiya dersê Qur’anê di hewşa malên xwe de domandin. Ev zarokên Cizîrî di gel qedexeya derketina derve ya ji roja ewil heta îro xwendina Qur’anê domandine kesên wan dibînin ji wan re heyran dimînin.

Ji wan xwendevanan Mehmet Nurullah Gozungu wiha axivî: “Divê ku her misliman Qur’anê hînbûne. Ji ber vê yekê qedexeya derketina derve dê ji xwendina me yê Qur’anê re nebe astengdar. Ji ber vê yekê di beriya qedexeya derketina derve de em diçûn mizgeftê. Lê dema ku qedexe dest pê kir me di hewşa mala xwe de xwendina xwe domandin.”

Ji xwendevanan Esma Husna Gozungu wiha diyar kir: “Dema ku qedexeya derketina hêj dest pê nekiribû em bi şiklekî asayî diçûn mizgeftê û em dersa Qur’ana Pîroz hîn dibûn. Dema ku qedexe dest pê kir me vê yekê di hewşa mala xwe de domand. Qedexeya derketina derve ji xwendina me re nebû astengdar. Înşeallah wê nebe astengdar.”

Husna di domahiya axavtina xwe de diyar kir ku divê ku her misliman Qur’ana Pîrozê bixwîne. Her wiha Husna ji her mislimanan re  xwendina Qur’ana Pîroz tewsiye kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.