Zarokên Ku Pkkê Ew Revandine Çiyê

Zarokên Ku Pkkê Ew Revandine Çiyê

Lı dıyarbekırê çalakıya rûnıştınê ya malbatên ku pkkê zarokên wan revandıne çıyê dewam dıke. du dayıkên dın jî beyan kırın ku pkkê zarokên wan revandıne û tevlî çalakıya rûnıştınê bûn.

Li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê ya malbatên ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê, ev serê du meh û nîvan e dewam dike.

 


Du dayikên din beyan kirin ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê û tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Memîha xanima diya 6 zarokan, bi qîza xwe ya yek salî re ji Muksa Wanê hat Diyarbekirê û tevlî çalakiyê bû. Memîha xanimê îfade kir ku meha borî kurê wê yê 19 salî hatiye xapandin û revandine çiyê. Bi hêviya dengê xwe bilind bike û kurê wê vegere, tevlî çalakiya rûniştinê ya li meydana Şêx Seîd bû.


Nezîre xanima diya 5 zarokan jî li Diyarbekirê dijî. Nezîre Xanim beyan kir ku du meh berê kurê wê Firatê 16 salî, ji malê derketiye û careke din ji wî tu salox hilneanîne. Nezîre Xanimê îfade kir ku ji ber rewşa wan a maddî ne baş e û di kirê de ne, kurê wê hem dixwend hem jî dixebitî. Ji Xweda hêvî dike ku kurê wan ji wan re sax silamet bişîne.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.