“Zarokên xwe hînî camîyan bikin”

“Zarokên xwe hînî camîyan bikin”

Ahmet Ozkanê miftîyê Şirnexê ji bo kursên Qur’anê yên ku ew ê roja duşemê dest pê bikin bangawazîya şandina zarokan kir.

Ahmet Ozkanê miftîyê Şirnexê ji bo kursên Qur’anê yên ku ew ê roja duşemê dest pê bikin bangawazîya şandina zarokan kir û wiha got: “Zarokên xwe hînî camîyan bikin.’

Kursên Qur’anê dê 22ê Hezîranê roja duşemê dest pê bike û heta 21ê tebaxê bidome.

Ahmet Ozkan di derbarê kursa Qur’anê de wiha destnîşan kir: “Niha li 150 camî û 20 kursa Qur’anê keydên me dest pê kirine.”

Ozkan piştî ku li ser girîngî ya meha Remezanê de axavtinek kir re êdî derbasî mijara dersa Qur’anê bû û wiha ragihand: “Ji bona  ku zarokên me bibin  kesekî/ê baş divê bi şiklekî baş û exlaqa îslamî were mezin kirin. Lewra hûn jî dizanin ku zarokekê ku vê dewrê bêserî were berdan nemumkin e ku xwe ji neqencî û  tiştê xerab muhafize bike. Ji ber vê yekê ku divê em zarokên xwe hînî camîya , hînî Qur’anê bikin. Ew ê li camîyan dersa Qur’an, sîyer, îbadet, exlaq û agahîyên din  were dayîn. Divê zarok li van kursan werin keyd kirin da ku dînê xwe , kitêba xwe hîn bibin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.