Zêde emelkirina şekir dibe sedema gelek nexweşîyan

Zêde emelkirina şekir dibe sedema gelek nexweşîyan

Pîspor û kesên ehlê kar destnîşankirin ku şekir bipêşanî dibe sedema nexweşîya kansêrê û wekî din jî dibe sedema gelek nexweşîyan.

Ayşe Demîrcî ya ku pispora Onkolojîyê ye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Heremê ya Batmanê dixebite dı derbarê nexweşîya kansêrê (pençeşêr) û têkilîya şekirê de wiha ragihand: “Zêde emelkirina şekir dibe sedema standina kîloyên zêde. Standina kîloyên zêde jî bipêşanî dibe sedema nexweşîya kansêrê û her wiah dibe sedemê nexweşîyên cûr bi cûr. Ji ber vê yekê divê şekir were terikandin.”

“Dims, mirov ji nexweşîya kansêrê muhafize dike”

Demîrcî di derbarê pîvana emelkirina şekir a rojanê de wiha ragihand: “Şekir divê li gor ku tê pêşniyar kirin were emel kirin. Li gor pêşniyarê Komeleya Qelb a Emrîka, pîrek rojê 25 gram, zilam jî 37 gram şekir dikarin biqedenin. Her wiha dims, hingiv tiştên mîna van ên siruştî  mirov ji nexweşîya kansêrê û ji nexweşîyên din jî muhafize dike. Lê bel divê ev jî li gor pîvanên rojanê werin xwarin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.