Zema Ji Bo Hakim Û Sewcîyan

Zema Ji Bo Hakim Û Sewcîyan

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdağ beyan kir ku wê bi qasî hezar û 155 lîrayê zem bînin ser meaşên hakim û sewcîyan. Her wiha Bozdağ got ku wê ji bo Fethûllah Gulen Mît û Cîa bi hev re bixebitin.

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdağ, bi nûçegihanên yargiyê re di taştê de hat cem hev û li ser nûtîyên ku bi wê bi teklîfa qanûnê bên kirin xeber da.

Wezîr Bekîr Bozdağ ragihand ku wê hezar û 155 lîre zem bê ser mehaniya hemî hakim û sewcîyan digel endamên hakimtî û şûraya dewletê. Herwiha piştî zemê wê mehaniya hakimên ku nû dest bi kar kirine, ji 3 hezar û 986 lîreyê derkeve 5 hezar û 141 lîreyê.

Bozdağ ragihand ku wê pêşnûmaya qanûnê, sibê pêşkêşî parlementoyê bikin. Teklîf effûya sicîlê ya ji bo hakim û sewciyan jî dihewîne. Ew ê cezayên sekinandina terfîkirina qademeyê bên effûkirin. Ew ê hezar û 500 hakim û sewcî ji effûya sicîlê îstîfade bikin.

Wezîr Bekîr Bozdağ di heqê Fethûllah Gulen de jî got ku wê ji bo îadekirina Gulen, Mît û Cia bi hev re bixebitin.

çınarın sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.