Zext û zordarîya PYDê ya ku li xelkê dike hat raport kirin

Zext û zordarîya PYDê ya ku li xelkê dike hat raport kirin

Di raporta ku ji teref komek Sûrî ve hatîye amadekirin de hat diyarkirin ku PYD Li Sûriyê êrîşî xelkê ereb dike û gelek gundan jî dişewitîne

Komek Sûrîyên ku li Hesekê dijîyan û ji teref PYDê ve bi zor û zextan ji Hesekê hatine derxistin di bin navê “Herema Cizîrê ya Sûrî ji YPGê xelas bikin” de kampanyakek dane dest pê kirin. Kampanyaya ku hatîye dest pê kirin ji Nîsana 2013an heta vir ve  zilm û zordarîyên ku PYD li Hesekê kiriye di nav xwe de dihewîne.

“Ji ber hinceta hevkarî kirin a bi muhalîfan re mala 80 kesî hat şewitandin”

Di raportê de hat diyar kirin ku li Tel Berrak, Tel Nemr, Cez'a, El-Menacir, Tel Hamis, El-Yarubiyyê gelek xerabkirin û zirardayîn qewimîne û her wiha êrîşên tund jî li van gundan hatine kirin. Her wiha di raportê de wiha hat diyarkirin: “22ê  sibeta 2014an li derdora Hesekê û li gundên wê di êrîşên ku hatine kirin de nêzî 60 kesî hatine kuştin, her wiha mala 80 kesî jî bi hinceta  hevkarî kirin a bi muxalîfan re hatin şewitandin.”

Her wiha di raportê de hat diyarkirin  gelek gund ji teref PYDê ve hatine şewitandin û xelkê gundan jî ji teref PYDê ve bi zorê dane koç kirin. Ji bilî van agahîyan di raportê de hat destnîşan kirin ku PYD li van gundên ku şewitandin de gelek kesan jî kuştîye.

Di raportê de ji teref wan kesên ku vê reporê amade kirine ve hat diyarkirin ku fotograf û vîdyoyên wan gundên ku hatine şewitandin di deste wan de hene. (İLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.