Zîla Dersê Lê Da

Zîla Dersê Lê Da

Sala nû ya perwerde û hîndekarîyê dest pê kir. 16 milyon û 400 hezar xwendekar û 873 hezar mamoste dest bi dersan kir. Îsal rêziknameya sazîyên perwerdeya navîn jî guherî.

Piştî tatîla 3 mehan, 16 milyon û 400 hezar xwendekar û 873 hezar mamoste dest bi dersan kir. Ew ê 40 hezar mamosteyên din jî bên tayînkirin.

Sala nû ya perwerde û hîndekariyê bi gelek nûtiyan dest pê kir. Li gorî vê yekê ew ê teneffus ne kêmî 10 deqîqeyan bin. Hejmara ezmûn û îmtîhanan, ji 3an dadikeve 2an. Xwendekarê ku piştî dersa ewil dereng bê, ew ê nehatibe mektebê bê nivîsandin.

Gava bêdewamiya xwendekar têkeve roja 5an, 20î û 40î, ew ê welîyên wan bên agahdarkirin. Ger xwendekar bixwaze, ew ê îmtîhana wî ji nû de bê lêkolînkirin. Ew ê di hemî dersan de, du pûanê performansê bên dayîn.

Dersxaneyên ku wê bibin mektebên xisûsî jî, ew ê îsal cara paşîn qeyda xwendekarna bigrin. Dersxaneyên ku nebin dibistanên taybet û merkezên etutê yên perwerdeyê şertên hewce pêk neynin, ew ê bi yekê Îlona 2015an ve, fealîyetên wan bên bêdawîkirin.

Pûana binî ya piştî naqîlên TEOGê hatin rakirin. Ew ê wezaret naqîlan li gorî pûanê pêk bîne. Her wiha ew ê li mekteban ji bo cîyê îbadetê,  mekanên bi ronîya sirûştî bên texsîskirin.

Li ber bikaranîna narkotîkê ya li mekteban jî, tedbîrên zêde tên stendin. Ew ê li hawêrdora mekteban Narkotîmên pisporên narkotîkê bên wezîfedarkirin.

Heyama ewil ya perwerde û hîndekariyê, di 23ê Kanûna Paşîna 2015an de bi dawî dibe.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.